Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike

img

ENQERE -  Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku hêj di bin felaketa aşûtê de însan hene û bûyer ji raya giştî tê veşartin û banga avakirina komîsyonê li Meclîsê kir. 

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan li Meclîsê derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Kûrtûlan ji ber van bobelatên xwezayî ku rû didin berpirsiyariya hikumetê bibîr xist û got: “Tedbîr têrkirî nayên girtin. Ji bo erdhejê bac nayên dayîn. Ji ber vê yekê jî encam mezin dibe. Di bobelata aşûtê de jî rewş wiha bû. Em qala bêtedbîriya û êşa xelkê dikin lê îqtîdar rabûye behsa qesra li Xelatê tê çêkirin dike. Me jî got em ne qala Sarayê dikin em qala Bahçesarayê dikin.”
 
‘XEMSARÎ DIDOME’ 
 
Kûrtûlan da zanîn ku divê felaketa aşûta duyemîn baş were lêkolînkirin û wiha got: “Piştî rûdana aşûta yekemîn talûke nehatiye tespîtkirin. Heyeta ku bi qelebalixî û makîneyên kar li wir bûye encama êş ango felaketa duyemîn. 41 însanan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Em bi guman in ku hêj bêtir însan di bin berfê de bin. Me dît ku ji rûdana erdhej û aşûtê re amadekarî nîne. Tê xwestin ku mezinahî û ziyana erdhej û aşûtê ji xelkê veşêrin. Divê tiştên pêwîst werin kirin. Lê mixabin xemsariyê dikin. Divê derbarê vê yekê de Meclîs demildest komîsyonekê ava bike û berpirsiyara vê yekê lêkolîn bike û kar û barê pêwîst werin kirin.” 
 
‘SÛCÊ DIJMOROVANE YE’ 
 
Kûrtûlan salvegera komkujiya li jêrzemînên Cizîrê pêk hatibû bibîr xist û got: “Hefteya bihûrî salvegera Komkujiya Cizîrê bû. Çar sal derbas bûn lê hêj, berpirsiyar û yên wê hovîtiyê pêk dernexistine holê û nehatine darizandin. Tiştên li Cizîr û Silopiya qewimîn sûcê li dijî mirovatiyê ye.”
 
WINDABÛNA 4 ÎNSANAN 
 
Kûrtûlan bal kişand ser rewşa welatiyên di demên dawî de winda bûne û got: “Çar însan li welatê me winda ne. Malbatên wan her roj tên partiya me û me li Meclîsê tên ziyareta me. Ligel hemû hewldanên malbatan jî ev welatî nayên dîtin. Hêj agahî ji Gulîstan Dokû, malbata keldanî Hurmuz û Şîmonî Dîril û Mehmet Bal nayê girtin. Îqtîdara ku her kêlî û her sitendin û berdana nefesa me dişopîne û kontrol dike, lê nikare van çar însanan bibîne. Em derbarê aqûbeta çar welatiyên xwe de demildest agahiyan dixwazin.”