Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin

img

ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, têkildarî hevdîtinên di navbera wan û Rûsyayê de axivî û diyar kir ku heke encameke ji hevdîtinên wan dernekevin dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin.

Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, bi Wezîrê Karên Derve yê Slovenyayê Miroslav Cerar re civîna çapameniyê pêk anî û têkildarî hevdîtinên di navbera wan û Rûsyayê de yên li ser Îdlibê axivî. Çavûşoglû, destnîşan kir ku di tûra yekemîn de bi heyeta Rûsyayê re li hev nekirine û wiha got: "Heke me li ser rêyekê li hev bikira, pêwistî bi hevdîtina îro tunebû. Ji ber ku lihevkirinek tuneye, me li ser hevdîtina îro li hev kir. Divê ku li Îdlibê li gorî agirbestê liv û tevger hebe. Divê êrîşên rejîmê rawest in. Heke nesekinin em ê pêngavên pêwîst bavêjin."
 
Çavûşoglû, diyar kir ku heke ji hevdîtinên wan encameke dernekeve dibe ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî bên gel hev û li ser mijarê hevdîtinek bikin.