Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be

img

ENQERE - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku ber bi kongreyê ve diçe, dê stratejiya wê ya dema nû “Tifaqa Demokratîk a Bihêz” be. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bal kişand ser vê biryarê û got: “Em dema li pêş xwe, weke dema guhertina demokrasiyê pênase dikin.”  

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 23’ê Sibatê de 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar bixe. HDP’ê konferansên xwe yên herêmî û navendê li dar xistin û gelek biryara girtin. Di vê çarçoveyê de rojeva sereke ya kongreya HDP’ê wê “Tifaqa Demokratîk a Bihêz” be. 
 
WÊ RÊZIKNAMEYA DEMA 2’YEMÎN PÊK BÎNE 
 
HDP’ê, di çarçovaya amadekariyên kongreyê de, mijarên polîtîk jî temam kirin û wê di çarçoveya amadekariyan de, lîsteyên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) ên dema nû amede bike. HDP’ê di vê çarçoveyê de dest bi girtina serlêdanên namzetên MYK û PM’ê kirin. HDP wê rêziknameya dema 2’yemîn bi cih bîne. Di heman demê wê Komîsyona Mitabiqetê ji bo hevserokên giştî jî bixebite. 
 
‘EM PARÇEYEKÊ GIRÎNG Ê PÊVAJOYÊ NE’
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, li Meclîsê bi komek rojnameger re pêvajoya kongreyê û pêşketinên rojane nîqaş û sohbet kirin. 
 
Olûç, diyar kir ku desthilatdarî êdî nikare welat bi rêve bibe û wiha axivî: “Êdî dema guhertinê hatiye. Em dema li pêş xwe weke dema guhertina demokrasiyê pênase dikin. Weke HDP’ê em parçeyek girîng ê pêvajoyê ne. Em dixwazin bêjin ku em aktörün. Me gotibû ku em daxwazkarê rêveberiya demokratîk ê vî welatîn e. Emê bi vê îdîayê, ji bo demê pêş polîtîkayên xwe pêş bixin.”
 
‘JI BO PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ EMÊ LI ÇARESERIYAN AVA BIKIN’
 
Olûç, da zanîn desthiladarî hewl dide ku HDP’ê bike partiyekê herêmî û wiha got: “Em jî li dijî vê hemleyên cuda pêş dixin. Em bi awayekê pir aşker got û ev jî di konferansê de hat nîqaşkirin. Hemû rêxistinên me û avadaniyên me, dixwazin ku em bibin partiyek Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê bikin. Em hemû jî wisan difikirin. Emê tu carî partiya xwe nekin partiyekê herêmî û berevajî emê li tevahiya Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikn, pirsgirêkên hemû Tirkiyeyê bigirin dest û ji bo hemû pirsgirêkan jî emê çareseriyan ava bikin. Ji ber vê me biryara tifaqa demokrasiyê girt.”
 
‘WÊ ÎSAL TEVLÎBÛNA NAVNETEWEYÎ ZÊDETIR BE’
 
Olûç, derbarê amadekariyên kongreyê de jî agahî dan û wiha bilêv kir: “Îsal wê li gorî salên derbas bûyî, tevlîbûna navneteweyî zedetir be. Me vexwendiname ji bo Rêveberiya Kurdistana Federe ya Iraqê, Sûriye, Misir, Fîlîstîn, Lubnan, Îran û hemû welatên Rojhilata Navîn re şandin û me xwest hemû rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî beşdarî kongreya me bibin. Dîsa me ji bo Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û ji gelek partî û saziyên Ewropa re vexwendiname şandin.” 
 
‘EM JI GIRTÎGEHAN JÎ FIKIR DIGIRIN’
 
Olûç, dest nîşan kir ku berî kongreyê, ewê ji girtiyên siyasî yên li girtîgehên Sîncan, Edîrne û Kandirayê dimînin nêrîn bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê ji bo namzetên hevserokên giştî, emê ji bo lîsteya endamên PM’ê jî hevdîtinan bikin û nerînan bigirin.”
 
MA / Dîren Yûrtsever