Hevşaredara HDP'î hat sewqkirin û wê xistin hucreyek qirêjî

img

STENBOL - Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, ragihand ku gava sirgûnê Girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin, bi awayekî kelemçekirî wê birine û rêya 10 saetî 24 saetan dewam kiriye û wê xistine hucreyeke qirêjî. 

Di 22'yê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn hatibû kirin. Piştî Çetîn hatibû girtin wê ji Girtîgeha Wanê sirgûnî Girtîgeha Osmaniyeyê kiribûn. Çetînê, nameyek şand. 
 
Çetîn, di nameya xwe de balê dikişîne ser binpêkirinên mafan û behsa van binpêkirinan kir.
 
Çetîn, di nameya xwe de diyar kir ku gava di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi ser ketine û şaredarî dewr girtine, şaredarî heta qirikê di nav deynan de bûye û got, lê tevî ev qas deynan jî wan hewl daye xizmeta gel bikin û got: "Ji xwe tişt ame kiriye gelê Erdîşê pê dizane. Lê tiştên ku me yê bikirana tehemul nekirin. Nehiştine m xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin. Ji bo derdora muxalif bitepisînin mekanîzmaya îftirayê xistin dewrê û bi awayekî bêhiqûqî qeyûm tayîn kirin". 
 
Çetîn, di nameya xwe de aniye ziman ku piştî bia wayekî bêhiqûqî şaredarî hatien xespkirin hatine girtin û ev darbe û nehiqûqî li girtîgehan jî didome. 
 
RÊYA 10 SAETÎ KIRINE 24 SAET 
 
Çetin, got: "Piştî ez hatim girtin qederekê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de mam. Lê belê piştî demekê bêyî daxwaz û xwesteka min, ez neqlî girtîgeheke din kirim. Rêya 10 saetî bi awayekî kêfî kirin 24 saet. 24 saetan destê min kelemçekirî bû. Xwarin nedan me. Tenê biskuvît û ava fêkiyan da. Gava min anî jî xistin huxreyeke yekkesî. Amûrn min ên şexsî û taybet nedan min. Mecbûr mam li ser nivînên qirêjî xwe dirêj bikim". 
 
‘LÊ EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Çetîn, destnîşan kir ku girtiyên siyasî bi bêhiqûqiyeke mezin re rû bi rû dimînin û got: "Di vê pêvajyê de guh nadin qanûn û hiqûqa navneteweyî jî. Li Tirkiyeyê edalet tenê nivîsa li ser dîwarên dadgeha ye. A rast ev jî dewlet bi xwe ye. Mixabin edaleta ku bi destê îqtîdara siyasî hatiey rizandin, bi xwe re hîmê dewletê jî rizandiye. Niha pêkanînên antî demokratîk, hiqûqa di dest îqtidarêê de welat ber bi ku ve biriye aşkere ye. Lê lgel van polîtîkayên zorbetiyê jî qethiyen ji bo avakirina demokrasiyê em dudilî nebûne. Siyaseta kurd, mifteya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Teqez rojekê em ê bi ser biekvin. Bi vê bîr û baweriyê silav jib o we hemûyan, bi hêviya rojên azad".