Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin

img

EQNERE - HDP'ê xwest ku Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin û tekildarî mijarê pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê. 

 
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, bi armanca dermankirina derd û derbaskirina xesarên ku piştî erdheja navenda wê Xarpêt ku 41 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 607 kes birîndar bûn, pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê. HDP'ê di pêşniayrqanûna xwe de xwest ku Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin. Di binasiya pêşniyarqanûnê de ev vegotin cih girtin: "Divê bi dermankirina derdan û derbaskirina xesaran, li dijî erdheja pêkan amadekariyên binesaziyê yên baş bên kirin. Girêdayî vê yekê divê royeva yekemîn bi awayekî lez û bez dermankirina derdan û derbaskirina xesarên erdhejê bin. Di vê çarçoveyê de bi peşniyaraqanûna xwe Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê tên îlankirin."