Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bal kişand ser erdheja Xarpêtê û diyar kir ku li vir derket holê ku di erdhejê de avahiyên hilweşiyan jî wekî îqtîdara AKP'ê riziya ne. Buldan, polîtîkayên notirvaniyê jî rexne kir û got: "AKP ji bo pergala faşîzma xwe biparêze, pergala notirvaniyê pêş dixe û ev êdî wê xelas nake. Raste em nikarin dawî li erdhejan bînin, lê em dikarin xwe ji AKP'ê rizgar bikin. Gel tu carî ne bê çare ye." 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna koma partiya xwe li dar xist. Buldan, bal kişand ser erdheja Xarpêtê û polîtîkayên AKP'ê yên û AKP da ber rexneyan.  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, ewil sersaxî ji malbatên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha got: "Hemû welatiyên di erdheja Xarpêtêde jiyana xwe ji dest dan rahma xwedê li wan be û şifa xêrê ji kesên birîndar bûne re dixwazim. Dîsa sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim. Di edhejê de alîkarî pir bi qîmet û wadetar e. Ev piştevaniya civakî divê berdewam bike. Ev erka me ya civakî ye. Navenda partiya me jî piştî erdhejê Maseya Qrizê ava kir û me heyet şandin qadê. Heyeta me ya ji parlamenter û rêveberan pêk dihat bi lez û bez çûn qadê û çavdêrî kirin. Heyeta me çavdêrî û tespîtên xwe parve kirin. Heyetê tespît kir ku tu amadekarî nehatiye kirin. Hat dîtin ku îqtîdar jî rizî ye û avahî jî riziya ne. Heyetame li 60 gundan geriya û derket holê ku li gundan tespîta xezarê nehatiye kirin. Tespît kir ku alîkarî neçûye welatiyan."  
 
'WEZÎR ALÎKARIYA CIVAKÎ ASTENG KIR' 
 
Buldan, anî ziman ku li Gundê Çevirimtaş, 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û welatiyan bi derfetên xwe welatî rizgar kirine û kes bi hawara wan neçûye. Heyeta me tespît kir ku heta 2 rojan alîkarî neçûye Xoxê û 60 gundan û dîsa alîkariya batanî û çadiran negihiştiye welatiyan. Dîsa li Meletiyê jî zerar çêbûye û ji xeynî çatiran alîkarî nehatiye şandin. Pêdiviya çadir û sobeyan nehatiye pêşwazîkirin û welatî şevên xwe li derve derbas dikin. Li aliyê din 27 şaredariyên me ketine nava seferberiyê û alîkarî kom kirine. Lê îqtîdara ku ji piştevaniya civakê û alîkariya civakê ditirse, alîkariya civakê asteng kiriye. Wezîrê Karên Hundir maşîneyên alîkariyê asteng kiriye. Alîkariya civakê û gel bi destê wezîran hatiye astengkirin. Ev li ser navê mirovahiyê şermê ye."  
 
EYB E, ŞERM E, FEDÎ YE
 
Buldan, destnîşan kir ku dijderketdina polîtîkaya îqtîdara AKP'ê, parastina nirxên civakê û mirovahiyê ye. Buldan, bibîr xist ku di vê pêvajoyê de alîkariya civakî û alîkariya mexdûran pir lezgîn pêwist e û wiha got: "Me ev yek di erdheja Wanê de dît. Di erdhejan de divê bêtir civak bibe yek û destê alîkariyê dirêjî hev bike. Lê Îqtîdar di erdhejê de cûdakariyê dike. Di erdheja Xarpêtê de Serokkomar got 'Di civakê de têgihiştinek baş heye.' Ev nêzîkatiya îqtîdarê ya li dijî gel nîşan dide. Kesê ji bin kavilên erdhejê bi birîndarî derket li şûna bibin nexweşxaneyê, ew birin bin lingê Serokomar. Em îqtîdarê ji ber vê yekê şermezar dikin. Şerm e, guhen e, eybe. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin." 
 
MIROV DI XANIYÊ XERABE DE DIJÎN
 
Buldan, anî ziman ku piştî erdhejê mirov hêj di xaniyên xerabe û zerar dîtine de dijîn û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku mirov xizan, bê çare û perîşan e. Neçar e di van xaniyan de bijiîn. Ji ber ku di dema xwe de tedbîr nehatiye girtin û lêpirsîn nekiriye, naxwaze kes rexne jî bike. Kesên li ser medya civakî vê yekê rexne dikin dibin hedef. Wezîr niha nizane çend avahiyan zerar dîtiye. Lê dizane çend kesan AKP bi twîtterê rexne kiriye. " 
 
BI DEHAN QADÊN KOMKIRINÊ LI KU NE? 
 
Buldan, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê yên efoya îmarê jî û wiha pêde çû: "Bi efoya îmarê rê li pêş avahiyên qaçax veririn. Ger ku erdhejeke li Stenbolê pêk bê dê 2000 hezar malbat bê xanî bimînin. Bi gotina 'Em çi bikin ev qederê de heye' nikare xwe ji vê berpirsiyarê rizgar bikin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan digot 'Li Stenbolê bidehan navendên komkirinê heye. Em dipirsin ev qadên komkirinê li ku ne? Divê vê yekê aşkere bikin. Em dizanin tev kirin qada rantê û înşaetê. Me xwest sala 2020'an bibe sala hişyariya erdhejê. lê ev daxwaza me li meclîsê red kirin. 
 
EM NIKARIN ERDHEJÊ RAWESTÎNININ, LÊ EM Ê ÎQTÎDARA WE RAWESTÎNIN
 
Buldan, rexne li AKP'ê kirin û got: "Deh sal di ser erdhejan re derbas bûn, lê îqtîdarê hêj ders jê dernexistiye. Gelê fêr bibe ku bi erdhejê re bijî, lê fêr nabe ku bi AKP'ê re bijî. Raste em nikarin erdhejê rawestînin. Lê em dê îqtîdara we rawestînin. Em li welatê pir zimanî, pir çandî dijîn. Ji ber vê yekê divê mafê tenduristiyê yê pir zimanî û pir çandî têkeve xizmetê. Wekî HDP'ê em dê xebata piştevaniya civakî berdewam bikin. Em li dijî polîtîkayên AKP'ê yên perçekirin û cudakirin em dê bi hevre bijîn û em dê bêtir piştevaniyê û şewirmendiyê xurt bikin. Aborî têk çûye, Edalet têk çûye. Xizanî, betalî derketiye asta herî jor. Tecrîd, kuştin, gef, zext û tundî hemû pêkanînên faşîzmê her roj derdikevin pêşberî me. Bi polîtîkayên ewlehiyê û pergala qeyûmê dixwazin welat bi rêve bibe. Lê êdî nikarin bi rêve bibin. Bi milyonan betal û xizan hene. Ceyran ji sedî 71 û xaza xwezayî ji sedî 60 zem bûye. Ev berhemên AKP'ê ye. Mirov êdî bi qertên qrêdî bi taksîtan sotemeniyê distîne. Ev berhemên îqtîdarê ye. Gelê ku êdî nikare fatureyê bidin, dê di hilbijartinê de fatûrek mezin bide AKP'ê."  
 
AKP NOTIRVANÊ FAŞÎZMÊ AVA DIKE
 
Buldan, heri dawî anî ziman ku ger karker ji bo parastina mafê xwe nikaribin têkevin grevê, ev pirsgirêka îqtîdarê ye û wiha bi dawî kir: "Welatên bi demokrasiyê tên bi rêveberin, mafên civakî, ked û tenduristiyê tên parastin. Lê li welatê faşîzmê tên bi rêvebirin, welatî li hemberî îqtîdarê bê bandor tên hiştin. Niha çekan didin notirvanan. Niha notirvanê faşîzmê çêdikin. Bi pergala notirvaniyê dixwazin pergala faşîzma xwe biparêzin. Ji ber vê yekê êdî gel bi tu awayî bi îqtîdarê bawer nake. Tişta îqtîdar dike, binçav dike, digire, hemû baca gel li tang, top û guleyan xerç dike. Tişta bajarn tehdît dike, xizanî, betalî, şer û pêkanînên faşîzmê ye. Êdî erka notirvanên bi çek ji ya parlamenteran zêdetir e. Meclîs jî bê lêpirsîn û pirsîn dê erê bike. Ez li vir bang li hemû komên partiyan û parlamenteran dikim ku yên ji vê pêşnûmeya notirvaniyê re bêjin erê, bila dest ji wekîltiyê berdin û biçin notirvaniya Qesrê bikin. Heta ku HDP hebe çareserî jî heye. Em bang li her kesî dikin ku îtîrazên xwe xurt bikin û bi rêxistin bikin. Gel tu carî ne bê çare ye. Em heta niha bi ser ketin em ê dîsa bi ser bikevin."