Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin

img

WAN – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansa partiya xwe de axivî û got: “Em rêxistikirina civakî girîng dibînin. Li qada rêxistinkirina civakî divê em carek din Ocalan bixwînin. Em ji nûve bifikirin.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî piştî Pervîn Buldan di konferansa HDP’ê de axivî. 
 
Temellî bi silavkirina siyasetmedarên di girtîgehan de dest bi axaftina xwe kir. 
 
Temellî da zanîn ku demek dirêje pêvajoya konferansa wan didome û ew ê xwe li gorî encamên ji konferansê derkevin birêve bibin û xwe birêxistin bikin. 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN RIZGARÎ DI SERHILDANA GELAN DE DERBAS DIBE’ 
 
Temellî anî ziman ku ew di destpêka sedsalek nû de ne û tişta ku pergalê li Rojhilata Navîn daniye pêşiya gelan tenê rêya çareseriya wê di berxwedan û serhildana gelan de ye. 
 
Temellî got şer talan û felaketa xwezayê bi xwe re tînin û got: “Li her deverê bêedaletiyek mezin heye. Em jî dibêjin rêya rizgariya ji vê bêedaletiyê di têkoşînek nû ya enternasyonalîst de ye. Bidawîkirina şer û talanan bi piştevaniya enternasyonalîst mimkin e.” 
 
‘AKP XWE BI NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD XWEDÎ DIKE’ 
 
Temellî destnîşan kir ku 18 sal in AKP Tirkiyê birêve dibe û got: “AKP yek ji parçeyê pergala Neoliberaliyê ye. Li ser keda xelkê rûniştiye û ji tundiyê, felakete û şer xwe xwedî dike. Xwe bi bêçaresekirinê têr dike. Xwe bi neçareserkirina meseleya kurd xwedî dike. AKP li pey pergalek îttîhatkar e ku ji nûve ava bike ye. Xwe di polîtîkaya li dijî kurdan û Rojhilata Navîn de radixîne ber çavan. Bi destê AKP’ê di serî de tecrîda girankirî li ser Birêz Ocalan tê birêvebirin û niha tevahiya Tirkiyê tecrîd dike. Ev tecrîd rêya siyaseta demokratîk asê kiriye.” 
 
‘WÊNEYÊ GIRTÎGEHAN TIRKIYÊ VEDIBÊJE’ 
 
Temellî da zanîn ku dema ew li sepanên girtîgehan dinêrin hemû pergala zordestiyê di wî wêneyî de tê dîtin û wêneyê zilm û îşkenceya li girtîgehan Tirkiyê bi kurt û kurmancî tîne ziman û vedibêje. Temellî got di serî de Elîf Kisa û rewşa hemû girtiyan her tiştî radixîne ber çavan. 
 
‘EV ÎQTÎDAR KEDXWARIYÊ PÊK TÎNE’
 
Temellî anî ziman ku vê îqtîdara AKP’ê kedxwariyê dike û bi tundiyê li ser kedê tehakûma xwe ava kiriye. Temellî got li dinyayê herî zêde li Tirkiyê ked tê xwarin û herî zêde cînayeta karkeran li Tirkiyê pêk tê. Temellî got krîza kurewî herî zêde li Tirkiyê heye û krîza aborî welat ber bi felaketê ve dibe. 
 
‘FETO ÎQTÎDAR BIXWE YE’ 
 
Temellî bal kişand ser nîqaşa aliyê siyasî yê FETO’yê û got: “Aliyê siyasî yê FETO îqtîdara siyasî ango AKP bi xwe ye. Çimkî hûn û şirîkê xwe biçûk ji şer xwe xwedî dikin. Her tiştên pêk tên bi destê we pêk tê.”
 
‘DIVÊ EM OCALAN BIXWÎNIN Û JI NÛVE BIFIKIRIN’ 
 
Temellî destnîşan kir ku divê ew dawî li pergala Tirkiyê bînin û got: “Va konferansa me di nava van geşedanên neyînî yê li cîhanê û Tirkiyê diqewimin de kom bûye. Divê îro li pirsên çi bê kirin û çawa bê kirin bigerin. Divê em bigihîjin bersiva van pirsan. Lazime em nexşerêya serdema pêşiya xwe derxin. Em çi bikin? Çawa bikin? Divê em carek din Lenîn şîrove bikin û li qada rêxistinkirina civakî carek din birêz Ocalan bixwînin. Divê em ji nûve bifikirin. Lazime em carek din dîrokê ji nûve bixwînin û şîrove bikin. Em carek din banga tifaqa demokrasiyê dikin. Werin em tifaqa demokrasiyê û komara demokratîk ava bikin. Em dixwazin vê îqtîdarê biguherînin. Em vê jî bêjin heta ku jin azad nebin civak jî azad nabe.”