Buldan: Em ê bibin pira gelan

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan  di 3'emîn Konferansa mezin a HDP'ê de axivî û got "Em ê bibin pira navbera gelan. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3'emîn Konferansa Mezin, bi hişyariya “HDP'a bêtir bi hêz têkoşîna bêtir bi hêz" li Enqereyê pêk tîne. Nêzî 600 delegeyên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin tev li Konferansê bûn. Encama 6 konferansên li herêmê derketin pêş, îro dê di konferansa mezin de bên niqaşkirin. Konferans dê du rojan berdewam bike. HDP, dê piştî niqaşên konferansa mezin di 23'ê sibatê de 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî pêk bîne. 
Di konferansê de ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, ewil Hevserokên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û hemû girtiyên siyasî silav kir. Buldan, anî ziman ku ew dê kêmasiyên xwe di ber çavan re derbas bikin û nexşerêya nû bidin pêşiya xwe û wiha got: "Ji hêzkirina rêxistinbûna xwe heta muxalefeta civakî, em dê di her qadê de xwe bi hêz bikin. Em dê bêtir bi rêxistinî, wêrek û bi biryar têbikoşin. Em dê li vir hem pirsgirêkên welat niqaş bikin û hem jî bi hevre li çareseriya demokartîk bigerin. Em dê bi hedefên mezintir û rêxistinek xurtir gavan bavêjin. Bendewariya gel, ciwan, jin û zarokan ji me zêde ye. Em vê yekê dibînin. Em dê li gorî ve yekê têkoşînê bi rêxistin bikin." 
 
'FAŞÎZM RANAWESTE WÊ DEMÊ EM JÎ RANAWESTIN' 
 
Buldan, bibîr xist ku faşîzm ranaweste û wiha got: "Wê demê emê jî ranewestin. Em ê gavan paşve navêjin. Dema HDP tune be û lawaz be faşizm wekî pençeşêrê belav dibe û mezin dibe. Îktîdara yekperest a AKP-MHP'ê, hebûna xwe bi tundî, otoriter, politîkayên tecrîdê, qemûnan li ser piyan dihêle. Ji bo pergala xwe mayinde bike rêgezên demokrasî, hiqûq, edalet û mafên mirovan binpê dike. Vîna jinan, ciwanan û bingeha aştiyê binpê dike. Dixwaze civakê bê hevî bike. Bi hewaya tirsê hebûna xwe berdewam dike. Dixwaze bi tecrîdê welat bi rêve bibe. Lê dîsa nikare bi rêve bibe. Ji ber vê yekê jî qirîza aborî, siyasî, civakî derdikeve pêş."
 
JI YEKÎTIYA GELAN A DEMOKRATÎK DITIRSIN'
 
Buldan, anî ziman ku îqtîdara ku bi tundî û polîtîkaya tirsê xwe li ser piyan dihêle, ji demokrasî, vîna gel, jiyana nû û yekîtiya gelan a demokratîk ditirsin û wiha axivî. "Polîtîkaya bingehîn a îqtîdara Qesr-AKP-MHP'ê li ser perçekirina gelan hatiye avakirin. Her dem dixwaze gelan bîne beramberî hev û berberiyê pêş bixin. 
 
'DIVÊ TECRÎD BI LEZ BI DAWÎ BIBE' 
 
Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: "Di 10 salên dawî de Tirkiyeyê bi tecrîd, bêhiqûqî, bêedaletiye bi rêve dibin. Divê tecrîda li ser Brêz Ocalan bi lez bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê Birêz Ocalan jî wekî hemû girtiyan bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin bike. Mafê wî heye. Astengiya li pêş hevdîtinê darbeya li dijî hiqûqê ye. Divê gelê Tirkiyeyê tecrîdê qebûl neke." 
 
'DIXWAZIN CIVAKA ELEWÎ PERÇE BIKIN'
 
Buldan, têkildarî êrîşên li ser civaka elewî jî axivî û wiha pêde çû: "Dema elewî li hev kom dibin dixwazin civaka elewî perçe bikin. Dema karker û kedkar tên cem hev dixwazin karker û kedkaran perçe bikin. Karê ewil greva karkeran asteng dikin.  Ger ku civak di bin baneyê HDP'ê de kom bibe, xwe bi rêxistin bike û îtîraz bike dê bêtir bi hêz bibe. Ew ji vê yekê ditirsin. Heta ku ev Îqtîdar di vê faşizmdê de israr bike, divê gelê mazlum jî di yekîtiyê de israr bikin. Di têkoşîna hevpar de israr bikin. Divê gel li dijî polîtîkayên şer, di eniya aştî û demokrasiyê de bibin yek. Heta ku mafê jinan neyê parastin, jin dê her dem û li her qadê li dijî tundiya mêr xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Jin çi dibe bila bile dê dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Gelê Kurd dê di têkoşîna yekîtiya neteweyî de israr bike û têbikoşe. Teqez dê Yekîtiya Neteweya Kurd ava bikin. Her ku tecrîd kûr bibe gel dê li dijî tecrîdê bêtir têbikoşe. Teqez gel dê vê tecrîdê bişkîne. Heta ku êrîş li ser bawerî, çand û nirxên elewî hebe, civaka elewi dê xwe bi rêxistin bike. HDP rêgeza têkoşîna hevpar e."   
 
'YÊN EDALETÊ BÎNE JIN Û CIWAN BI XWE NE'
 
Bultan, li ser girîngiya têkoşîna HDP'ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Heta ku em xwe ji hişmendiya yekperest rizgar nekin, pirsgirêka çareser nabe ne. ne demokrasî û ne edalet pêş dikeve. Kengî îqtîdar bi dawî bû dê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Ya ku aştiyê edaletê pêş bixe em in. Ya ku demokrasiyê pêş bixe, azadî û edaletê ji jinan re bîne em in. Gel bi xwe ye. Jin bi xwe ne. Ciwan bi xwe ne. Têkoşîna demokrasiyê dê di nava gel de bêtir xurt bibe. Berpirsiyariya me giran e. Lê teqez em ê serkeftinê bînin. Heta ku HDP nebe demokrasî pêş nakeve. HDP nebe aştî nabe. HDP nebe jiyana azad, wekhev pêş nakeve. HDP mîsogeriya jiyana azad, wekhev û hevpar e. 
 
Em dê betir bibin ciwan û mezin bibin. Em dê bêtir pir bibin. Em dê bi destê her kesî bigirin. Em dê li deriyê her kesî bixin û têkevin dilê her kesî. Em dê bibin dengê her kesî. Em dê bibin heviya her kesî ya guhertinê. Heta ku HDP hebe tu kes xwe bi tenê nabîne. Em dê bibin pira gelan. Em dê bibin jiyana nû."