Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir

img
ENQERE – Konferansa HDP’ê ya beriya kongreya giştî ku dê gengeşeyan û pêşniyarên biryara dawî bên kirin dest pê kir. 
 
Konferansa Mezin a 3’yemîn a HDP’ê ku bi dirûşma “Hin bêtir HDP’a bi hêz û hin bêtir têkoşîna bi hêz” li dar dixe dest pê kir. Ev demek bû HDP’ê li herêman konferans li dar xist û nîqaşan kir dê van gengeşeyan di konferansa du rojan de birêve bibe. Wê ev gengeşe û pêşniyazên biryarê beriya kongreya giştî ya HDP’ê ku dê di Sibatê de bê lidarxistin nexşerêyê diyar bike.
 
Piştî axaftinên vekirinê konferans dê ji çapemeniyê re girtî dewam bike. Wê di nava van du rojan de gengeşeyên navxweyî bên kirin. Piştî konferansê dê Encamnameya Konferansê were parvekirin. 
 
HDP armanc dike ku di pêvajoya konferansê û kongreyê de siyaseta Rêya Sêyemîn û fikrê Komara Demokratîk kadroyên xwe pêk bîne. 
 
Konferans bi beşdariyek mezin dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, parlamenter, organên rayedar, pêkhateyên HDP’ê, Hevberdevkên HDK’ê Sedat Şenoglû û Îdîl Ûgûrlû, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Baydindir, Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder beşdarî konferansê bûn. 
 
Li salona konferansê pankartên bi nivîsên kurdî û tirkî hatin daliqandin. Beşdarên konferansê beriya axaftinan li ber stranan govend gerandin.