Kubîlay: AKP nikare bibe Ferhat tenê dikare ji bo pereyan aşiq bibe

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku hemû zext û êrişên li dijî partiya wan li ser fermana Suleyman Soylu û Erdogan pêk tên. Kubîlay got: “Hûn kî ne û Ferhat kî ye. Hûn tenê ji bo pereyan dikarin aşiq bibin û çiyayan kûn bikin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘BERPIRSIYAR SOYLÛ YE’ 
 
Kubîlay di kêliya civîna Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê de daxuyanî da. Kubîlay têkildarî zextên li ser HDP’ê got: “Di zextên li ser HDP’ê de êriş derketin asta êrişên çekdarî. Piştî ku Suleyman Soylu partiya me kir armanca xwe êrişa çekdîr li dijî rêxistina me ya Stenbolê pêk hat. Êrişkar li şûna bireve çû xwe avêt Miduriyeta Polîsan a Beyogluyê. Berpirsiyarê van êrişên giştî li ser partiya me pêk tên Suleyman Soylu ye.” 
 
‘DITIRSIN KU DÊ JI ÎQTÎDARÊ BIKEVN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku ji ber ku îqtîdar ditirse ku dê ji îqtîdarê bikeve berê hemû êrişan daye ser partiya wan û got: “Lê ew çi dikin bila bikin wê nikaribin me ji têkoşîna me ya demokrasî, azadî û aştiyê paş de bidin. Soylu jehriyê belav dike û Erdogan jî hedef me dixe hedefe. Niha jî rabûne berê gef û êrişên xwe dane hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş û lîstîkvan ango hunermendên wek Kadîr Înanir. Şaş mane nizanin dê êdî çi bikin, berê xwe didin lîstikên şanoyê û pirtûka Demîrtaş. Em lîstikvanan û lîstikê û beşdarên lîstikê silav dikin.”
 
‘TU FERQA PARTIYA PÊŞEROJÊ JI AKP’Ê NÎNE’ 
 
Kubîlay got rêveberên Partiya Pêşerojê ya Ahmet Davûtoglû jî mîna Soylu û Erdogan partiya wan kirine hedefa xwe, tevger dikin û bi gotinên dijminane êrişî partiya wan dikin û tu ferqa Partiya Pêşerojê ji AKP’ê nîne.  
 
‘JI BO LÊKOLÎNÊ HODRÎ MEYDAN’ 
 
Kubîlay diyar kir ku li gel van hemû zext û êrişên li ser partiya wan jî ew ji îqtîdarê û partiyên din re dibêjin “Hodrî Meydan û werin em bûyerên Kobanê bi hev re lêkolîn bikin. Ya rast en ew e ku hûn li gorî xwe şîrove dikin û Demîrtaş û parlamenterên me û partiya me sûcdar dikin.”
 
‘HÛN EW KES IN KU BI HAFTER RE RÛDINÊN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser geşedanên têkildarî meseleya Lîbyayê û got: “Erdogan û îqtîdara xwe ya digotin ‘Hafter terorîst e, darbekar e, pê re hevdîtin û danûstandin nayê kirin’ di nava du rojan de 180 pile çerx kirin û li Moskovayê bi nûnerên Hafter re li ser maseyê rûniştin.” 
 
‘ABORÎ TÊK DIÇE Û BÊKARÎ ZÊDE DIBE’ 
 
Kubîlay bal kişand ser krîza aborî û bêkariyê ku her diçe berbelav dibe û got aboriya Tirkiyê û rewşa bêkariyê ber bi kambaxiyê ve diçe. Kubîlay got ji ber qedexekirina zozanan û çolê bi deh hezaran welatiyên karê sewalkariyê dikin dest ji karê xwe berdane û ev yek hêjariyek mezin bi xwe re tîne û li herêmê polîtîkaya sewalkariyê û çandiniyê têk çûye. 
 
‘KANAL STENBOL DÊ FELAKETÊ BÎNE’ 
 
Kubîlay behsa projeya Kanal Stenbol a ku AKP dixwaze li Stenbolê çê bike jî kir û got dê çêkirina vê Kanal Stenbolê bi xwe re felaketik mezin a xwezayî bi xwe re bîne. 
 
‘HÛN JI BILÎ PEREYAN NIKARIN AŞIQÎ TU TIŞTEKÎ BIBIN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser gotinên Erdogan û got: “Hemin ku mijar hatiye ser vê yekê jî em bêjin. Erdogan gotiye ‘Em Ferhat in, em ê çiyayan kûn bikin.’ Kenê mirov bi wan tê. Hûn kî ne û hûn bibin Ferhat kî ne? Hûn kî ne ku çiyayan kûn bikin? Naxêr hûn bixwazin jî hûn nikarin bibin Ferhat. Li qisûrê nenêrin, hûn ji bilî pereyan û ji bilî nîmetên cîhanê nikarin bibin evîndarê tu kesî. Ji bo we tişta herî hêja pere ye. Hûn tenê dikarin aşiqî pereyan bibin û ji bo pereyan çiyayan kûn bikin. Heta hûn dikarin ji bo pereyan bi makîneyên mezin ên kar çiyayan kûn bikin. Ji vê yekê bi qasî mîsqalî zere tu gumana me nîne.” 
 
‘GUHERTINA TIRKIYÊ ERKA ME YA SEREKE YE’ 
 
Kubîlay anî ziman ku erka wan sereke ew e ku pêşî ji vê îqtîdara siyasî rizgar bibin û îqtîdara AKP-MHP’ê ji hilbijartina pêşwext a ku partiya me pêşniyaz dike ditirsin. Kubîlay got tekane partiya ku li Tirkiyê guhertinan pêk bîne û xweşiyê bixe nava xelkê HDP ye.