HDP'ê xwest cînayeta Hrant Dink ronî bibe

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, ji bo cînayetê Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrand Dink bê ronîkirin, xwest meclîs lêkolînê bike. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bi boneya kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dîng ê di 19'ê Çileya 2007'an de hat kuştin ronî bibe, ji meclîsê xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin û meclîs lêkolînê bike. Gulum, xwest ji bo ev bûyer ronî bibe û bûyerên din wisa dubare nebin meclîs lekolîn bike.