Buldan: Tevî zextên giran jî em li ser piya ne
Temellî: Kongreya me banga ji bo hevdîtinek mezin e

img

STENBOL – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beriya kongreya xwe ya giştî di 23’ê sibatê de li dar bixin bi rojnamegeran re hatin gel hev. Buldan bal kişand ser girîngiya kongreyê û got: “Tevî hemû zextan jî em li ser piya ne.” Temellî jî got: “Kongreya me banga ji bo hevdîtina mezin e.” 

 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, Hevberdevkên HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk û partiyên pêkhateyên HDP’ê li otelek navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi rojnamegeran re civiyan. 
 
‘HDP TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIDE’ 
 
Di civînê de ewilî Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş ê ji Çapemeniyê Berpirsiyar axivî û geşedanên li dinyayê û herêmê ragihandin û got: “Em dibînin ku ev geşedan me dibin ku. HDP li dijî van zextên heyî têkoşîna azadiyê dide. Lê li dijî vê yekê zilmê dikin para me.” 
 
BULDAN: ME HÊZA XWE NÎŞANÎ HER KESÎ DA 
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku beriya ew kongreya xwe di 23’ê sibatê de li dar bixin zextên giran li ser partiya wan hene û got: “HDP partiya ku têkoşîna azadî û aştiyê li Tirkiyê dide ye. Îro di hedefa îqtîdarê de tenê HDP heye. Ji bo vê yekê em bi pêlên binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin. Tevî van zext, girtin û binçavkirinan jî em li ser piya ne. Ji bo ku em hêza xwe ji gelê xwe digirin em li ser piya ne.” 
 
Buldan bi bîr xist ku ew dîsa di serdemek ku zextên giran li ser partiya wan hene kongreya xwe li dar dixin û ew bi hêvî ne dê kongreya wan dîsa boş û beşdariyek zêde li dar bixin. Buldan da zanîn ku ew kongreya xwe wek bersivek mezin a li dijî polîtîkayên şer dinirxînin û got: “Em kongreya xwe ji bo rêveberiyek demokratîk a Tirkiyê dibînin. HDP û pêkhateyên xwe hemû planên li dijî wan xera dike. Me armanca xwe ya hilbijartinên xwecihî li Kurdistanê jî û li Tirkiyê jî bi ser xist. Me nîşanî her kesî da ku HDP xwedî hêzek çawa ye.” 
 
‘ÎQTÎDAR ŞAREDARIYÊN ME DESTESER DIKE’ 
 
Buldan diyar kir ku di nava du salên dawî de herî kêm 5 hezar kes ji partiya wan hatine binçavkirin û hezar kes jî ji van hatiye girtin. Buldan polîtîkaya tayînkirina qeyûman rexne kir û got: “Piştî tayînkirina qeyûman 25 hevşaredarên me hatine girtin. Qeyûm tayînî 32 şaredariyên me kirin. Îqtîdara ku nikare me di hilbijartinê de têk bibe, bi dizî û xespê şaredariyên me desteser dike.” 
 
‘GIRTÎGEH BI RONAKBÎR Û SIYASETMEDARAN TIJE NE’ 
 
Buldan da zanîn ku li pêşiya Tirkiyê meseleyên girîng hene û got: “Pêdiviya Tirkiyê bi qanûnek bingehîn a demokratîk heye. Li hundir û derve pêdivî bi aştiyê heye. Em wek HDP’ê têkoşîna vê yekê jî birêve dibin. Em li Tirkiyeyek edalet, hiqûq û demorkasî lê nîne dijîn. Pêdivî bi edaletek civakî heye. Lazime dijminî û dubendî were bidawîkirin. Ji bo ev yek bi dawî bibin jî çi ji destê me tê em dikin. Li welat ambargoyek mezin li ser çapemeniyê ye. Çapemeniya ku rastiyê dinivîsine û nîşan dide tê cezakirin. Ji bo vê yekê HDP têkoşîna azadiya çapemeniyê dide. Her wiha em li welatek ku komkujiyên jinan lê pêk tê dijîn. Em wek HDP’ê têkoşîna ji bo mafên jinan bi rêve dibin. Hema bêje li hemû girtîgehên Tirkiyê ronakbîr û siyasetmedar lê girtî ne.” 
 
TEMELLÎ: EM DIKARIN TIFAQA DEMOKRASIYÊ PÊK BÎNIN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û ew di pêvajoyek wiha girîng de dê kongreya xwe li dar bixin û wiha got: “Dema em li 5 salên dawî dinêrin tevahiya dinyayê rewşek otorîter pêk hatiye. Îqtîdar pirsgirêkên heyî jî kûrtir dikin. 
 
Pirsgirêka mezin a Tirkiyê demokrasî ye. Rêya pirsgirêkan di çareseriyê de derbas dibe. Ber bi kongreya me ve jî me van pirsgirêkan xistiye rojeva xwe. Dema îro em vedigerên lê dinêrin me di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de hêviyek xurt da Tirkiyê. Beriya em biçin kongreyê em li ser hemû pirsigrêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyê gengeşiyê dikin. Divê hemû kesên li Tirkiyê bên cem hev û tifaqa demorkasiyê pêk were. Pêdiviya Tirkiyê bi qanûnek bingehîn a demokratîk heye. Kongreya me banga ji bo hevdîtinek mezin e. Em dixwazin têkoşîn û siyaseta xwe hin berfirehtir bikin.” 
 
ŞENOGLÛ Û OZTURK JÎ AXIVÎN 
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axaftinên kurt kirin û behsa pirsgirêkên li pêşiya demokrasiyê û aştiyê kirin û bal kişandin ser rêxistinkirina civakê.