Temellî hişyar kir: Dibe ku hûn vî welatî jî li ser meseyê bibînin

img

ENQERE - Hevserokê HDP'ê  Sezaî Temellî, polîtîkayên derveyî welat ên desthilatê rexne kir û ev tişt got: "Polîtîkaya wan a derve weke ya Sûriyeyê ye. Ez ji vir hişyar dikim; xwe ji pir tevlî karê qad û meseyê nekin, dibe ku paşê hûn vî welatî li ser meseyê bibînin."

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de axivî. Temellî di destpêka axaftina xwe de rojnamevan Metîn Goktepe û siyasetmedarên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî.
 
'LI HER CIHÎ DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKIN'
 
Temellî got, "Ji meclîsê direvin, ji siyasetê direvin, ji HDP'ê direvin. Hûn birevin fîzanê jî hûn ê nikaribin ji HDP'ê birevin. Tişta ku ji siyaseta derve fêhm dikin ew e ku qaşo ji bo agirbestê li dora maseyê rûniştine. Dibêjin, 'Hefter vekişiya, Hefter çû, Hefter terorîst'. Heman tiştên li Sûriyeyê dikin dubare dikin. Çi ye ew tiştên dikin, dibêjin 'yên li qadê nebin li dora maseyê jî nabin'. Çi bi rengî xwe li qadê nîşan didin? Bi hêza xwe ya leşkerî yanî bi polîtîkaya şer dixwazin li qada Rojhilata Navîn bin. Çima? Ji ber ku dijminê Kurdan e. Ji ber ku siyaseta wan li dijî destketiyên Kurdan e, çawa ku li hundir xwe dispêrin polîtîkaya têkbirin,ê li derveyî sînor jî bi heman rengî tevdigerin, qaşo hurmetê nîşanî yekparebûna xakê didin. Li Sûriyeyê, Iraqê niha jî li Lîbyayê li pey heman tiştî ne. Ez ji vê derê hişyar dikim; bi pey bayê qadê û masê nekevin, dibe ku hûn piştre vî welatî jî li ser maseyê bibînin."
 
TIFAQA REJÎMÊN OTORÎTER
 
Temellî anî ziman ku meseleya li Lîbyayê eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re nîne, bi şexsê Erdogan re heye û got, "Navê welatan yek bi yek dijmêrin, dema ku dor tê Tirkiyeyê dibêjin, Erdogan. Mesele ewqasî şexsî bûye. Ji vê yekê polîtîkayeke derve nayê afirandin. Dema ku em îro li Rojhilata Navîn dinerin, tişta ku dibînin barbariya rejîmên otorîter ên li Rojhilata Navîn e. Rejîmên otorîter hemûyan bi rengekî sergirtî tifaq di nava xwe de çêkirine. Bi şerê wan ê bi hev re nexapin."
 
'HÛN SEDEMA ZILM Û PENABERIYÊ NE'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku heman tişt ji bo Îranê, ji bo Sûriyeyê, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rûsya û DYE'yê derbas dibe û got, "Bala xwe bidin ser; dibêjin 'em maseyê datînin'. Niha li Berlînê navê welatan dijmêrin. Ji bo Lîbyayê maseyê datînin, di nava wan welatan de Lîbya nîne. Beriya niha ji bo Sûriyeyê jî mase danîbûn, Sûriye di nav de nebû. Refê şaşitiyan e, şaşitî naqedin, ji ber vê jî tenê zilm û tundî rû didin. Qala Idlibê dikin. Gelo rewşa Idlibê çawa bi vî rengî bû? Dema ku mirov bala axwe bidin ser 10 salên dawî yên li Idlibê ev yek tê dîtin. Niha mirov hatine ser sînorê me. Li wan kampan 600 hezar mirov hene. Drameke mezin e. Wijdan nikare rake, ew 600 hezar mirov 400 hezar ji wan ji jin û zarokan pêk tên. Niha rabûne ji bo wan kampanyayên alîkariyê organîze dikin. Sedema vê zilmê, sedema vê penaberiyê hûn in. Li pişt vê tabloyê ew mejiyê îttîhatî heye, dijminatiya li Kurdan heye."
 
'AKP'Ê ÇARESERÎ NEXWEST, LI ŞÛNA WÊ DAÎŞ XWEST'
 
Temellî anî ziman ku eger bi vî rengî dest li Sûriyeyê wernedabûna, eger nêzîkatiyeke wiha li Sûriyeyê nehatibûya kirin wê siyaseta li Sûriyeyê niha gelekî cuda bûya û got, "Çareseriya siyasî dikarîbû pêk bihata. Eger li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn hatibûya kirin, eger bi DAÎŞ'ê re hevkarî nehatibûya kirin, eger piştgirî ji berxwedêrên li Kobanê re hatibûya dayin, îro li Rojhilata Navîn çareseriyeke demokratîk pêkan bû. Wê hovîtiyek mîna ya li Idlibê rû nedabûya, wê drama mirovên ji wir direvin rû nedabûya. Çi kirin? Ketin Efrînê zeytûn dizîn, ketin Girê Spî genim dizîn. Mejiyê wan ev e; dagirkirin, desteserkirin, talankirin. Hiqûqeke çetetiyê ye. Dibêjin, 'em korîdora terorê paqij dikin'. We korîdor hemû terorîze kirin. Çareseriyê çareserkirina meseleya Kurd e. Çareserî çareseriya demokratîk e. Rêya vê yekê jî rizgariya ji mejiyê mîlîtarîst e.
 
'HETA KU JI TECRÎDÊ RIZGAR NEBIN WÊ KARESAT BIDOME'
 
Ya ku niha siyaseta derve ya Tirkiyeyê destnîşan dike, siyaseta navxweyî ye. Rêya mayina li ser desthialtdariyê siyaseteke wiha ya şer e. Ji ber ku rejîmên navxweyî rejîmeke bêhiqûqî ye. Em qala desthilatdariyeke welê dikin ku bi betalkirina hiqûqa rewa bi sîstema hiqûqeke ne rewa dixwaze li ser piyan bimîne. Yanî qala tecrîdê dikim. Qala rewşa rewakirina tecrîdê, rewakirina Rewşa Awarte dikim. Ev feraseta hiqûqê Tirkiyeyê dirizîne. Bi xwe re şerê li derveyî sînor sor dike. Pirsgirêkeke cidî ya dadgeriyê heye. Heta ku ji vê hiqûqa tecrîdê rizgar nebin wê karesata dadgeriyê bidome."
 
Sezaî Temellî hewldanên desthilatdariyê yên ji bo rewakirina zewicandina zarokan, rejîma qeyûm, zêdebûna tundiya li jinê û êrişên li dijî hunermendan jî nirxand û destnîşan kir, ku ew ne neçar in vê sîstemê qebûl bikin.
 
'EM DIKARIN DAWÎ LI VÊ SÎSTEMÊ BÎNIN'
 
Temellî got, "Bang li mûxalefeta civakî, kedkaran û jinan dikim; em dikarin dawî li vê sîstemê bînin. Divê em ji bîr nekin, yên ku pişta xwe dispêrin zilmê dawiya xwe nebaş e. Ew li ber çûyînê ne. Em hatin dawiay serdema ku dîrokê ji bo wan veqetand. Me ev yek bi ser xist, we bi ser xist, HDP'ê bi ser xist. Niha dem hatiye ku em jiyaneke nû, komareke nû ava bikin. Em bang dikin ku ji vê rejîma zordar xilas bibin ku îradeya gelên Tirkiyeyê, karker û kedkaran desteser kiriye.  Ji bo vê jî em banga xwe ya ji bo tifaqa demokratîk a hevpar li her kesî dubare dikin. Ev tifaqa ku armanca xwe demokrasî û aştî ye pêwîstiya gelên Tirkiyeyê ye."
 
BANGA JI BO HILBIJARTINA PÊŞWEXT
 
Temellî destnîşan kir ku di nava mutabaqateke civakî de divê her kes li ser şêweyê sîstem û Tirkiyeyeke çawa biaxivin û got, "Li ser bingeha welatiya wekhev divê em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk li hev kom bibin. Ji bo dewleteke hiqûqî ya destûra bingehîn divê em li gel hev kom bibin. Ji bo sîstemeke wekhev a ji mafên siyasî, civakî û sivîl, ji bo jiyaneke bi vî rengî divê em hewl bidin. Divê em aştiya civakî, siyasî û aborî biafirînin, sîstemeke parlamenter a ku bi demokrasiya xwecihî hatiye xurtkirin ava bikin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin Komara Demokratîk, em dibêjin HDP û ji bo jiyaneke nû, ji bo desthilatdariyeke nû em dibêjin hilbijartina pêşwext."