‘Wê tezkereya Lîbyayê bike ku Tirkiye bi tenê bimîne'

img

ÎZMÎR - Parlementerê CHP'ê yê Îzmîrê Attîla Sertel, destnîşan kir ku Tirkiye bi şandina eskeran a ji bo Lîbyayê bûye alîgirê şer û got, wê ev yek tesîrê li aboriya welat û gelek tiştên din bike. 

Parlementerê CHP'ê yê Îzmîrê Attîla Sertel, destnîşan kir ku Tirkiye bi şandina eskeran a ji bo Lîbyayê bûye alîgirekî şer û got, wê ji ber vê yekê Tirkiye li qadê bi tenê bimîne. 
 
‘HER DIÇE BI TENÊ DIMÎNE' 
 
Sertel, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê di bin banê emperyalîzmê de tev digere û got, wê ev polîtîka bi kêr neyê. Sertel, diyar kir ku di mijara Lîbyayê de gava herî girîng aştî û îstikrareke mayînde ye. Sertel, got: "Bi polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê daxilî nav karên navxweyî yên hin kesên din bû. Ev polîtîka bi kêrî Tirkiyeyê nayê û ne polîtîkayeke rast e. Kesê Tirkiyeyê bi rê ve dibe, li gor dîrektîfên hin derdoran hereket dike". 
 
'DIVÊ PIRÊN DOSTANIYÊ BÊN ÇÊKIRIN' 
 
Sertel, bibîr xist ku bi vê biryarê Tirkiye li qadê daxilî nav şerekî nû bûye û got: "Îqtidarê bi îdiaya ku dê li Sûriyeyê li Mizgefta Emewiyê nimêjê bike ket rê, paşê bû îqtîdareke ku tirbe revand. Berê Tirkiye bi qasî 6 milyonan îxracat dikir li Sûriyeyê. Lê belê bûye welatekî ku 4 milyon sûriyeyî lê ne. Çi tiştên ji bo Tirkiyeyê nebaş hebin hemû di dema vê îqtidarê de hatin kirin. Tu pirsgirêkek me bi Sûriyeyê re tunebû û wê nebe jî. Yekparebûna axa Sûriyeyê ji bo yekparebûna welatê me jî pir girîng e. Serokê Rûsyayê Pûtîn berî ku bê Tirkiyeyê diçe serdana Mizgefta Emewiyê dike. Bi ya min ev peyameke pir girîng e. Divê bin wê baş bê nîşankirin. Demildest divê em û Sûriye pira xwe ya dostaniyê çê bikin. 
 
Sertel, tezkereya şer a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de parast û got, lê belê Lîbya û Sûriye ne wekî hev in. 
 
‘PÊŞEROJ B AŞTIYÊ PÊKAN E' 
 
Sertel, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên şer ew aştiyê diparêzin û got: "Tene ne li axa me, bila li tu welatên din jî şer çê nebin, bira aştî hebe. Çimkî li Lîbyayê her du hêlên ku hev dikujin jî misilman in. Yanî li Rojhilata Navîn, divê em li hemberî emperyalîzmê bi hev re tev bigerin. Pêşeroja Tirkiyeyê, pêşketina Tirkiyeyê jî bi aştiya li erdnîgariya Rojhilata Navîn mimkun e". 
 
MA / Esra Solîn Dal