'Li balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarav hene, lê Kurdî tune çima?'

img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene, lê di nava xizmetê wegerê de Kurdî tune ye. Beştaş, mijara tunebûna Kurdî bir rojeva meclîsê.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, ji ber ku bi Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene û Kurdî tune, mijar bir rojeva meclîsê û xwest sedema tunebûna Kurdî fêr bibin. Beştaş, ji bo Wezîrê Binesazî û Ragihandinê yê Tirkiyeyê Mehmet Cahit Turhan bi nivîskî bibersivîne pirsname da meclîsê. Beştaş, anî ziman ku di balafiran û maşîneyên din ên komî de li gel Tirkî zimanên din ên wekî Erebî, Îngîlîzî û zimanên din jî hene, lê Kurdî tune û xizmeta Kurdî nayê kirin. Beştaş anî ziman ku ev pêkanîn ji bo hemû kesên zimanê wan ê zikmakî pêdiviyek giring e û wiha got: "Di ekrana tabelayê de 36 ziman û 80 zarav hene. Rêwî kijan zimanî bixwaze bi mikrofona li vir bang dike û li gorî wê şewirmend dixwaze. Lê bi kurdî tune ye." 
 
Beştaş, da zanîn ku bi zimanê Çinî, Japonî, Koreyî, Tayî, Teluguyî, Tamilî, Hintî, Endenozyî, Vietnamî, Malayî, Îtalyanî, Almanî, Portekizî, Katalanî, Felemenkî, Danî, Norveçî, Swêdî,, Finî, Rusî, Kazakî, Çekî, Lehî, Macarî, Slovakî, Hirvatî, Bulgarî, Rumenî, Eribî, Îbranikî, Slovenî Urduyî heye lê bi Kurdî tune ye. Beştaş, da zanîn ku nêzî 20 milyon Kurd li vî welatî dijîn û xizmeta cemaweriyê li pêş zimanê Kurdî asteng e." 
 
Beştaş, ji bo wezîr Turhan bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
“* Di qad û cihên ragihandina komî de çima Tirkî, Îngîlîzî heye. lê çima Kurdî tune ye? 
 
* Di bangên li Balafir û balafirgehê de çima bi Kurdî bang nayê kirin. Çima xizmeta wergera Kurdî nayê kirin?" 
 
* Li Balafirgeha Stenbolê pergala wergera 36 ziman û 80 zaravayî heye, lê çima Kurdî tune ye? 
 
* Kurd çima rastî cudakariyê tên? 
 
* Wergera bi Urdukî ji wergera Kurdî bêtir elzem e gelo? 
 
* Kurd ma me welatiyê vî welatî ne? "