Piştî agirbestê Sarrac li Tirkiyeyê ye

img
ENQERE - Serokwezîrê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ya li Trablûsê Fayîz Sarrac, piştî agirbesta ku li welatê wî hat îlankirin, hat Tirkiyeyê. 
 
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH) ya li Trablûsê Fayîz Sarrac, piştî agirbesta ku li ser daxwaza Rûsya û Tirkiyeyê li welatê wî hat îlankirin, ket meriyetê, hat Tirkiyeyê. Sarrac û Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Dolmabahçeyê hatin gel hev. Civîna di navbera Sarrac û Erdogan de ji çapameniyê re girtî didome.