Temellî: Heta rêveberiya herêmî demokratîk nebe, rêveberiya navendî demokratîk nabe

img

ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna Rêvberiya Demokratîk a HDP'êde axivî û diyar kir ku heta rêveberiyên herêmî demokratîk nebe rêveberiya navendî demokratîk nabe. 

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê civîna Rêveberiyên Herêmî di roja duyemîn de bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî berdewam kir. Di civînê de Hevşaredarê Êlihê Mehmed Demîr hevşaredar û parlamenterên HDP'ê yên girtî silav kir û diyar kir ku li dijî girtin û binçavkirina rejîmê dê çongê danînin. 
 
MIZRAKLI: BİRLİKTE KAZANACAĞIZ
 
Piştî axaftina Hevşaredar Demîr, Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli xwend. Mizrakli, anî ziman ku Rêveberiyên Herêmî li gorî pêdiviyên gelê herêmê xebatan dike û xizmetê pêş dixe. Xizmeta cemaweriyê ji koma herêmî re pêşkêş dike. Rêveberiyên herêmî saziya, siyasî, civakî û rêveber a ji aliyê gelê herêmê ve tê hilbijartin e. Me bi hişmendiya partiya xwe HDP’ê ya Şaredariya Civakî xebatên xwe meşandin. Diziya ewil di serdema qeyûman de bi rêya nelirêdiyê dest pê kir. Zevî û avahiyên şaredariyê pêşkêş kirin. Em dikarin birîna maddî derman bikin. Lê tişta li vir tê kirin ji darbeya12'ê Îlonê wêdetir e. 
Di nava 2.5 salên qeyûm de ziman, nasname, çand û jiyana civakî ya bajar rasttî komkujiyekê hat. Bi operasyona qeyûm xwestin tune bikin. Polîtîkaya bişaftinê xistin meriyetê. Xwestin destkeftiyê jinê tune bikin. Li dijî zarokên me polîtîkayên bişaftinê xistin meriyetê. Lê em tu carî gavan paşve naavêjin." 
 
 
TEMELLİ: TARİH BİZE FAZLASIYLA ÖĞRETTİ
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser rêveberiyên herêmî yên demokratîk û wiha got: "Meseleya Rêveberiyên Demokratîk, meseleya ku îro em di navde ne. Heta ku rêveberiyên herêmî demokratîk nebe, rêveberiya giştî demokratîk nabe. Di serdema Împaratoriyan de netew dewlet ava kirin. Wê demê di navbera rêveberiyên herêmî û navendî de rageşî hebûn. Di nava 180 salên borî de herî zêde di nava rêveberiyên navendî û herêmî de rageşî pêş ketin. Hişmendiya Senteza Îslama Tirk di encama hişmendiya salên 1800'an a navendî de derketiye holê û di salên 1900’an de rûdan. Osmanî têk çû."  
 
KOMARA QEYÛM 
 
Temellî, anî ziman ku li Tirkiye ji salên 1924'an de hişmendiya qeyûm pêş ket û wiha got: "Wekî li cîhanê li Tirkiyeyê jî rejîma diktatorî heye. Li Tirkiyeyê komara qeyûm heye. Navê wê komar e, lê piraniyê red dike. 
Di sala 2000’an de dema AKP hat îQtîdarê, sozên mezin dan. Di sala 2005'an de xala 5393'an derbas kir. Bi vê zagonê şaredariyên bajarên mezin xistin meriyetê. Niha jî modela navendî dixin meriyetê. Rejîma qeyûmê ya îro li dijî demokratîkbkûna komarê ye. Em ê Komarê demokratîk bikin. Em dibînin ku feraseta demokrasiyê di navbera feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk û feraseta rêveberiya navendî de eciqî ye. Îro modela qeyûman cudahiyê û rengîniyê înkar dike. Nûnerê vê ferasetê AKP dike. Erdogan  nûnerê vê rejîmê ye. "