Bûldan: Di sala 2002'yan de hatin, wê di sala 2020’an de biçin

img

MELETÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê sala 2020'an ji bo gelê kurd, hemû nasname û berweriyan bibe sala aştiyê û got: "Em hemû bi hevre werin û wan jî bişînin. Di sala 2002'yan de hatin, wê di sala 2020'an de bêyî ku li paş xwe mêze bikin wê biçin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, beşdarî 3'yemîn Kongreya Asayî ya partiya xwe ya Meletiyê bû. Kongre li salonekê dawetê hat lidarxistin û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl tevlî kongreyê bûn. 
 
Bûldan di kongreyê de axivî û wiha got: "Di pêvajoya ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê me tevî gelê xwe têkoşîneke welê meşand ku nîşan dan, em ê ti carî nehêlin îradeya gelê me bê binpêkirin. Em zanin ku hêzên dewletê çima êrişî me dikin. Ji ber ku em lîstikên wan xera dikin. Em partiyeke ku nahêlin bloka AKP-MHP'ê êdî gelên Tirkiyeyê bixapîne."
 
Bûldan destnîşan kir ku dema çûyîna AKP'ê nêz e û got, "AKP niha bûye sê parçe. Di nava xwe de aciz in. Bi demê re wê biçûktir bibin. Lê belê HDP li ser piyan e û wê her mezin bibe. Dîrok wê hêzên ku qala demokrasî, aştî û demokrasiyê dikin ji bîr neke, lê belê wê hêzên ku van ji nedîtî ve tên jî mîna rûreşiyê binivîsîne."
 
Bûldan got, "Ew êdî nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Tenê du tişt hene ku bi rê ve dibin. Ya yekemîn, tundiya li dijî gel, ya duyemîn jî sîstema rantê û nelirêtiyê. Di van her du mijaran de Tirkiyeyê baş bi rê ve dibin."
 
Bûldan bal kişand ser dijminatiya li Kurdan tê kirin û got, "Li Tirkiyeyê hiqûqeke dijminatiyê li dijî Kurdan heye. Ev sîstem mixabin li Tirkiyeyê bi cih bûye ku em li ku devera dinyayê dibin bila bibin her tim li dijî me tê bikaranîn. Hindik maye ku nefesê jî li Kurdan qedexe bikin. Dibêjin, 'Eger tu Kurd e nabe ku tu nefesê werbigire, nabe ku tu hilbijêre, li cihekî cihê te nîne'."
 
Bûldan anî ziman ku AKP her ku diçe dengên xwe kêm dike û got, "Di hilbijartina bê de AKP wê biçe. Di sala 2002'an de hatin, wê di sala 2020'î de bêyî li pişt xwe binerin wê biçin."
 
Piştî axaftina Bûldan rapora aborî û xebatê hat xwendin. Dûre ji bo hevserokatiya bajêr Perîhan Yucekaya û Yûsûf Bozkûş hatin hilbijartin.