HDK: Em li dijî şer xwe bi rêxistin bikin

img

ENQERE - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di kongreya Giştî ya HDK'ê de axivî û got: "Sala 2020'an dê ji bo Kurdan bibe sala Yekîtiya Neteweyî. Ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alternatîf pêş xist niha tê tecrîdkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku dem dema li dijî şer xwe bi rêxistinkirinê ye. Niha dem dema guhertina cîhanê ye. 

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 10'emîn Lijneya Giştî li  Otela Akarê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di Kongreya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) de axivîn. Ozturk bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: ''Tecrîda li ser rêzdar Ocalan tê girankirin. Çima? Ji ber ku rêzdar Ocalan alternatîf danî. Alternatîfa rêzdar Ocalan niha li Rojava bi cih hatiye. Gelên li Rojava nabêjin,'ez' dibêjin, 'em'. Em jî li Tirkiyê em ê berxwedaniya xwe bikin, rêxistiniya xwe bikin.  Ji ber ku rastiyan dibîne li ser rêzdar Ocalan tecrîd tê danîn. Heke em HDK rêxistiniya xwe bikin û tecrîda li ser xwe rakin, em ê karibin tecrîda li ser rêzdar Ocalan rakin. Em divê sala 2020'an bikin sala yekîtiya netewî ya Kurd. Rêyeke dî nîne. An azadî, an azadî.''
 
TEMELLÎ: EZ OCALAN KU EV PARADÎGMA DANIYE SLAV DIKIM
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha got: ''Heke fikirekî we nebe wê rêxistiniya we nebe. Fikir û paradîgmayeke me heye. Ez dixwazin slavan ji rêzdar Ocalan re bişînimku ev fikir danî. Ev 10 sal in me hewl da ku rêxistiniya vê fikrê bikin. Kêmasiyên me hene û mijarên em rexneyê li ser bidin. Lê 10 salan me li ber xwe da. 10 salên ku me li pey xwe hiştin wê bi berxwedanê werin bibîranîn.''
 
'DEMA RÊXISTINIYÊ YE' 
 
Temellî, da zanîn ku niha dema wê ye ku em vê berxwedanê bi hev re rêxistinî bikin û rabin ser piyan û wiha pêde çû: "Rûdanên li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê ne tesadûfî ne. Di dîrokê de tesadûf nînin. Divê em ji vê re hazir bin. 10 salên ku me li pey xwe hiştine nîşan dide bê ka 10 salên li pêş me wê çawa be. 10 salên li pey me dirêj bûn lê 10 salên li pey me wê ne ew çend dirêj bin. Kapîtalîzm dema ku di krîza xwe de dirize, bêguman wê tundiya xwe û şerê xwe geş bike. Naxwe li dijî şer, li dijî vê tundiyê divê em rêxistiniya xwe bikin. Yê me paradîgmayeke me heye. Li Rojhilata Navîn bi aqilê konfederalîst, enternasyonaliyeke nû, derî li serdemeke nû ya enternasyonal dixe û ya ku li kongreya wan dikeve li her deverê rêxistiniya vê bike. 'Em bi berxwedanê hatin, niha dema wê ye ku em rêxistiniya civakê bikin û cîhanê biguherînin. Ez bawer im em ê bi hev re vê pêk bînin.''