Koçyîgît: Dem dema rêxistinkirina HDK’ê ye
Şenoglû: Temînata şoreşê avakirina civakiye

img

ENQERE - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku kongreya wan “Rêya Sêyemîne” û got: “Temînata şoreşê avakirina civakiye. Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, da zanîn ku dem dema rêxistinkirina HDK’ê ye . 

10’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi şîara “Kapitalîzm, baviksalarî û faşîzm dikuje; ji bo jiyanê li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û ava bike” dest pê kir. Lijneya Giştî li Otela Akar a Enqerê hat lidarxistin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Partiya Kedê ya Enqerê Fikret Aslan, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş,  Hevseroka Giştî ya  SYKP’ê Canan Yuce û Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onur Hamzaoglû, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê KESK’ê Ramazan Gurbuz,  Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûr rojhilatê Abdulhalîm Daş, Serokê Komeleya Alîmên Ol ên Stenbolê Ekrem Baran, Endamê Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê Kamber Saygili, Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk beşdarî lijneyê bûn. 
 
Bi salona Lijneya Giştî ve pankartên “Ji Sûdanê heye Şîliyê, ji Rojava heya Hindistanê gel ji bo cîhanek nû li dijî krîza Kampîtalîzmê li ber xwe didin” û “Şîlî, Îran, Sûdan û Rojava bi Îsyana Jinan Ber bi Jiyanek Nû Ve” hatin daliqandin. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê lijneyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyona ku têkoşîna HDK’ê vedibêje hat pêşandan. 
 
Piştre Hevberdevkên HDK’ê axivîn û xîtabî beşdarvanan kirin. 
 
ŞENOGLU: EM DI PÊVAJOYÊN ŞOREŞÊ RE DERBAS DIBIN
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, di axaftina kir de wiha got: “Ez hêviya salekê berxwedanê, piştevaniyê û serkeftinê dikim. Sala 2019’an pir tişt hatin jiyîn. Gelek êş û pirsgirêk jî derketin holê. Di sala 2019’an de îsyan û îtîrazên heyî em kişandin nava xwe. Çareseriya ku HDK pêşniyar dike, ji bo hemû cîhanê pêşniyara çareseriyê ye. Bername û rihê HDK’ê li dijî pergala heyî ye. Li djî pergala kapitalîzmê ye. Alternatîf û ramana HDK’ê ya ‘Rêya Sêyemîn’ heye. Şoreşa Rojava ji bo xwe esas digire. Yekitiya federatif a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeye ava bûye esas digire. Tişta ku mirovahiyê li Rojava dît, dişibe Komîna Parîsê. Ji ber vê yekê HDK dixwaze li ser erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê Rojavayan ava bike.” 
 
‘TEMÎNATA ŞOREŞÊ AVAKIRINA CIVAKÊ YE’
 
Şenoglû, anî ziman ku HDK di heman demê de rêxistinbûyînek civakî ye û wiha bilêv kir: “Temînata şoreşê, avakirina rêxistina civaka azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk û jinê ye. Tişta ku HDK dixwaze li ser vê erdnîgariyê ava bike, di rastiyê hemû gelên cîhanê vê yekê dixwazin. Têkoşîna em li vê derê didin, ji bo hemû cîhanê ye. Mirovahî li ber xwe dide û xwe bi rêxistin dike, lê karê herî zor avakirine. Em weke HDK’ê ev demek dirêje li ser erkên xwe yên avakirinê nîqaş dikin. Ez hêvî dikim ku ev kongreya me bi xwe re çareseriyên girîng pêş bixe. 
 
KOÇYÎGÎT: PÊVAJOYÊN RAPERÎNÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎNE
 
Dûre Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Di sala 2019’an de têkoşîn tûjtir bû. Nakokî kurtir bûn û kapîtalîzm ket wê rewşê de ku êdî nikare xwe bi rêve bibe. Li tevahiya cîhanê li dijî zilmê gel li ber xwe didin û îsyan dikin. Di sala 2011’an de, li nîv greva Erepan raperînê dest pê kir. Lê dest danîn ser raperîna şoreşerî ya gelan. Bes dîsan jî nekarin lêgerîna jiyana nû ya gelan têk bibin. Em baş dizanîn ku hemû pêvajoyên raperînê bi hev ve girêdayîne. Ji ber vê me pergalê red dikin. Di dîroka nêzî me de li Tirkiyeyê me şahidiya vê berxwedana bi heybet kir. Ji 7’ê Hezîrana 2015’an de operayonên ku vê berxwedanê tune bikin dewam dikin. Gel, ligel hemû zextên AKP’ê jî, lêgerîna xwe ya azadiyê dewam dike.” 
 
Koçyîgît bal kişand ser qedexeyên derketina kolanan û wiha bilêv kir: “Em hevalên xwe yên di wê demê de jiyana xwe ji dest dan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr tînin. Em ne tenê wan, hemû jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî jî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi minnet bi bîr tînin.” 
 
Koçyîgît, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û wiha rêz kir: “Em Birêz Ocalan silav dikin. Emê vê tecrîdê bi dawî bikin. Ji bo ku mafê tenduristî û ewlekariyê bên naskirin emê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
‘DEM DEMA RÊXISTINKIRINA HDK’Ê YE’
 
Koçyîgît, di axaftina xwe behsa rêxistinbûyîna HDK’ê jî kir û wiha domand: “Têkoşîna me ji bo hilweşandina pergalê ye. Em dixwazin bidin nîşandan ku jiyaneke din a ji derveyî vê pergalê heye. Ji ber vê pêdiviya me bi şoreşekê heye. Pêwîstiya me bi şoreşeke civakî heye û em nikarin vê şoreşê taloq bikin. Divê em ji îro de vê şoreşê ava bikin. Divê em hişmendî, rêbaz û têkiliyên xwe biguherîn û civakê birêxistin bikin. Êdî dem dema rêxistinkirina HDK’ê ye.”
 
Koçyîgît, dest nîşan kir ku ew ê piştî 4 salan peywira xwe ya Hevberdevkiya HDK’ê bi dawî bike û ji rêveberiya nû re jî serkeftin xwest. 
 
Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de xwedî li greva birçîbûnê ya endamên Grup Yorumê derket û banga têkoşîna serkeftin û azadiyê kir.