Temellî: Divê Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA destê xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin

img

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temelllî, diyar kir ku Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA dixwazin şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn dewam dikin, mezintir bikin û got: “Kuştina Kasim Suleymanî vê yekê nîşan dide. Ev hemû welat, divê dest xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di 3’yemîn Kogreya Asayî ya partiya xwe ya Mêrdînê de axivî û bal kişand ser tezkereya Lîbyayê ya di Meclîsê de hat qebûlkirin û kuştina fermandarê Îranî Kasim Suleymanî. 
 
Temellî, di nirxandina xwe  ya tezkereya Lîbyayê de wiha got: “Îro ev desthilatdarî, ji bo mayîndekirina xwe, pêşeroja gelên Tirkiyeyê ber bi taritiyê ve dibe. Divê em vê rawestînin. Em neçarin ku li dijî şer derkevin. Li ku derê şerek hebe, emê li dijî wê derkevin. Ne tenê di tezkereya Lîbyayê de, divê em bi heman awayî li Sûriyeyê jî, bi heman pîvanan têbikoşin. Va ye em baş dibînin ku şerê wekaletê yê li Sûriyeyê îro dewam dike, ber bi ku diçe. Ger ev polîtîka dewam bikin, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe qada şerê mayîn de. Ji bo ku pêşiya vê yekê bê girtin, divê em xwe ji vê desthilatdariyê rizgar bikin û têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilindtir bikin. Li Sûriyeyê divê pêngavên çareseriya siyasî û demokratîk bên avêtin.”
 
‘DIVÊ EM MÎNAKA ROJAVA ESAS BIGİRİN Û VÊ SİYASETÊ MEZİN BİKİN’
 
Temellî, diyar kir ku ligel hemû hêzên emperyalîst ewê bi ser bikevin û wiha bilêv kir: “Li gel vê desthilatdariya ku bi hewesa emperyala jêrîn dixwaze li Rojhilata Navîn pozîsyon bigire û rejîma otorîter, em ê bi ser bikevin. Gelan ev bi ser xistin. Rojava bi ser xist. Va ye mînaka vê li holê ye. Niha jî divê em piştevaniyê avabikin û vê siyasetê mezin bikin.” 
 
KUŞTINA KASIM SULEYMANΠ
 
Temellî, derbarê kuştina Kasim Suleymanî de  jî axivî û wiha got: “Di rewşa heyî de dema em li pêvajoyê mêze dikin, em dibînin ku Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA dixwazin şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn dewam dikin, mezintir bikin. Kuştina Kasim Suleymanî vê yekê nîşan dide. Ev hemû welat, divê dest xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin. Qaşo yekgirtina axê diparêzin. Çi dema ku li ser maseyê rûnin, weke li Soçî, Cenevre û Astanayê bi yek dengî, yekgirtina axê diparêzin. Lê yek ji wan jî, rêz û nirxê nadin yekgirtina axa welatên xwe. Hemû li wê derêne, li Sûriyeyê ne, li Iraqê ne û niha bi aparatên xwe, çeteyên xwe, qaşo bi Artêşa xwe ya Mîllî ya Sûriyeyê û bi navê OSO li wê derê şerê wekaletê bi rêve dibin. Li wê komkujiyan dikin. Wê derê talan dikin û dibin sedem ku kaos dewam bike.”