Ji Bûldan daxuyaniya Sûleymanî: Di Rojhilata Navîn de hevsengiyek nû derdikeve holê

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, têkildarî tezkereya Lîbyayê û kuştina Fermandarê Hêzên Qudusê Kasîm Suleymanî ev nirxandin kirin: “Tirkiye wê bibe parçeyekê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Kuştina Kasim Sûleymanî wê li Rojhilata Navîn hevsengiyeke nû derbixe holê.”  

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di 10’emîn Konferansa Jinan a Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, têkildarî rojevên heyî nirxandinên girîng kirin. 
 
Bûldan, derbarê kuştina Fermandarê Hêzên Qudusê Kasîm Suleymanî û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendîs û biryara tezkereya Lîbyayê ya ji aliyê Tirkyeyê ve hat erêkirin de axivî û diyar kir ku pêvajo ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ve diçe 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN HEVSENGIYEK NÛ’
 
Bûldan, di dewama axaftina de wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêşketinên girînge rû didin. Her welat li gorî berjwendiyên xwe, serdemek şerê nû dijîn. Bi tezkereya Lîbyayê ya ku Tirkiye erê kir, Tirkiyeyê ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dibe. Divê ku em kuştina Kasîm Sûleyman weke hevsengiyeke nû ya li Rojhilata Navîn pêş bikeve, bi nirxînin û fêm bikin. Cîhan êdî ber bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ve diçe. Yên ku van biryaran digirin zilamin, lê yên ku wê du caran bimirin mixabin wê jin bin.
 
HER ŞER WEKE KAOSÊ PAŞVE VEDIGERE
 
Em bawer dikin ku hemû pirsgirêkên cîhan û Rojhilata Navîn encex bi diyalog, müzakere û dîplomasiyê çareser bibe. Bêguman tu pirsgirêk bi şer, kuştin û komkujiyan çareser nabin. Her şerek bi xwe re şereke din tîne û dibe sedema mirina mirovên bêguneh. Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pêvajoyeke diyalog û muzakerê tevbiger. Lê mixabin, Tirkiye li şûna ku vê yekê bike, ji bo hemû şeran, leşkerên xwe dişîne her qadên şer.   
 
Tirkiye ev biryar ji derveyî vîna gelan girtiye. Gelên Tirkiyeyê tu carî ev şer qebûl nekirine û tim îtîrazên xwe tînin ziman. Ji ber ku her şer, krîz û kaosên nû ji bo gelên Tirkiyeyê tîne.”