Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir

img

ENQERE  - Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî wê bi xwe re encamên cîdî derbixe holê û got: “DYA’yê bi vê pêngavê, li dijî Îranê dest bi şerê germ kir. Ev pêngaveke pir bi talûke ye."

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Navenda Giştî ya partiya xwe, derbarê rojevê de, civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç, qebûlkirina tezkeriya Libyayê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve weke pêngava şer nirxand û wiha axivî: “Hemû mûxalefetê helwestek hevpar girtin. Hemû partiyên mûxalefetê yên di Meclîsê de dengên na bi kar anîn. Muxalefeta civakî ya ji derveyî Meclîsê jî pir bi biyaree. STK’an jî helwesta xwe ya na danîn holê. Ev rewş vê yekê nîşan dide, di rastiyê de ev tezkereya Lîbyayê, tezkereya şer a desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.”
 
‘DIXWAZIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN KELEHA HERÎ DAWÎ YA ÎHVAN’Ê’
 
Olûç, anî ziman ku desthilatdarî dixwaze piştgiriyê bide keleha herî dawî ya Îhvanê û wiha got: “Bi awayekê pir aşkere, desthilatdarî alîgirê îhvanê ye. Hewl dide ku ji nû de rihê îhvanekê zindî bikin. Ji sedî 10’ê Lîbyayê dibin konrola îhvanan deye û Lîbya keleha herî dawî ya îhvanê yê. Tifaqa AKP û MHP’ê ji ber vê dixwaze piştgiriyê bide keleha herî dawî ya Îhvanê.”
 
‘EM Ê BÊJIN ÇETE, YAN JÎ BÊJIN ŞERVAN’
 
Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Gelo emê bêjin artêşa bi pere, şervan, yan jî çeteyên bi pere? Êdî Tirkiye, ji aliyê desthilatdariyeke ku xwedî çete û leşkerên bi pere ve, tê bi rêve birin. Berî ji Lîbyayê cîhatciyên bi pere sewqî Sûriyeyê dihat kirin, lê niha berevajî vê yekê dikin. Ji ber vê me baş dizanîn ku pirsgirêkên cîdî di polîtîkayên navxweyî de derketine holê. Ev pêngaveke pir cîdîye.”
 
‘DYA’YÊ LI DIJÎ ÎRANÊ ŞER DA DESTPÊKIRIN' 
 
Olûç, bal kişand ser kuştina Fermandarê Hêzê Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî û wiha pêde çû: “Kuştina Silêmanî wê encamên cîdî bi xwe re bîne. Herêm sor bûye. Ji vê yekê em pêşniayra dîlomasî, muzakere û çareseriya siyasî dikin. DYA’yê bi vê pêngavê, li dijî Îranê dest bi şerê germ kir. Ev pêngaveke pir bi talûke ye." 
 
‘JI BO KU BI SER ŞAŞIYÊN XWE YÊN POLÎTÎKAYÊN NAVXWEYÎ BIGIRIN’
 
Olûç, têkildarî krîza aborî ya heyî jî axivî û wiha got: “Carek din derket holê ku Berat Albayrak bi enflasoyona ku xêz dike, di pêşbiniyên xwe, xwe di xapîne. Enflasyona salane gehişt 12’an. Li şûna ku desthilatdarî krîza aborî derbas bike û bêkariyê çareser bike, li ser tezgeriya Lîbyayê nîqaş dike. Ji bo ku bi ser şaşiyên xwe yên polîtîkayên navxweyî û bêçaresertiya xwe bigirin, serî li rêbazên wiha didin.”