Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'

img

ENQERE -  Partiya Îyî û Saadetê biryara xwe ji bo dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kirin.

Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, piştî civîna ku bi rêveberiya partiya xwe re girt, biryara partiya xwe ya têkildarî dengdayîna tezkereya şandina leşkeran a Lîbyayê aşakera kir. Akşener, destnîşan kir ku wê feydeya şerekî ereban ji Tirkiyeyê re tunebe û dê parlamenterên partiya wê li Lîjneya Giştî ya Meclisê dengê 'Na' bidin tezkereyê. 
 
Saadetê jî têkildarî tezkereyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku dê piştgirî bide tezkereyê û her dû parlamenterên wê dengê 'Erê' bidin tezkereyê.