Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Kurd Bedran Hemo, li ser yekîtiya neteweya Kurd û êrîşên li dijî gelê Kurd axivî û diyar kir ku pêvajoya niha pêvajoya îspatkirina hebûnê ye û wiha got: "Divê partî û aliyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya kurdî, berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partiyetî re bigirin." 
 
Siyasetmedar û Rêveberê Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk a Şaxa Helebê Bedran Hemo, têkildarî yekitiya neteweya Kurd û sekna partiyan ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Mihemed Ebdo û Arif Silêman re axivî. Bedaran Hemo, diyar kir ku pêvajoya niha, ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û kurdan pêvajoyek girîng e û wiha got: "Ev di pêvajoya îspatkirina hebûnê ya dîrokî de ne. Em dizanin ji berê ve nasname û neteweya kurdî ji hêla dewletên dagirker ve hatine paşguhkirin." 
 
Hemo, destnîşan kir ku ji ber partiyên Kurd berjewendiyên partiyetî, kesayetî û malbatî esas digirin, nabin yek û got: "Siyasetên dewletên dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd, koçberkirin, parçebûn û wêrankirinê tev digerin. Di encama wan siyasetan de di nava Kurd, Ereb û Suryan de perçebûnek û berberî pêş dikeve. Ji bo em vê rewşê derbas bikin, divê partiyên siyasî dev ji berjewendiyên partiyetî, malbatî û êlî berdin û kongreyek neteweyî ya Kurdî lidar bixin. Hêzên Kurdî li tevahiya Kurdistanê dema bûn yek, dikare destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin. Tevî wê jî nakokiyên xwe yên teng bidawî bikin û her tiştê dikeve xizmeta hemûyan pêk bînin."
 
Hemo herî dawî banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk a xebateke hevbar li hember dagirkeriyê jî nirxand û got: "Ev bang rê li pêşiya xebatên yekrêziya refan vedike, Dîsa re li pêş komkujiyên li dijî gelê me li Rojava û parçeyên kurdistanê digire. Destkeftiyên gelan dibparêze. Em bawer dikin ku sala 2020`an wê bibe şahidê yekîtiya gelê Kurd."