Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin

img

ŞIRNEX – Ji bo pêşangeha ku dê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan tev lê bibe, gazî Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê ya hatiye fesixkirin kirin. 

Di 29'ê Cotmeha 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û piştî tayînkirina qeyûm Meclîsa Şaredariyê hatibû fesixkirin. Lê belê ji bo pêşangeha ku dê di 15-16'ê Çileyê de pêk bê û wê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan tev lê bibe gazî endamên Meclîsa Şaredariyê kirin. Dawetnameyên îmzeya Wezîrê Haiwrdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mûstafa Varank û Seroka Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Û Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn li bine, ji avahiya şaredariyê re hat şandin û hat xwestin wan bidin endamên Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê. Paşê dawetname ji endamên meclîsê re hatin şandin. 
 
GAZÎ HEVŞAREDAR KÛTLÛ JÎ KIRIN 
 
Her wiha yek ji kesên daxwazname jê re hat şandin jî Hevşaredar Berîvan Kûtlû ye. Lê belê dawetname ji Hevşaredar Mehmet Zirig û Cîgirê Hevşaredar Abdûlkadîr Haşîmî re nehatin şandin ku her du kes jî ji peywirê hatine dûrxistin. 
 
Endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariyê bertek nîşanî dawetnameyê dan. Endaman, anî ziman ku bi van dawetnameyan jî aşkere ku tayînkirina qeyûman û fesixkirina meclîsa şaredariyê bê çi qasî bêhiqûqî ye.