Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye

img
ENQERE - Rêxistina HDP'ê konferansa Herêma Anatoliya Navîn li Enqereyê pêk anî. Di konferansê de Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz, diyar kir ku tevî hemû êrîşan HDP li ser piyan e û têdikoşe û wiha got: "HDP bi biryar têkoşîna demokrasiyê pêş dixe. Dem dema hevîyê ye." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Herêma Anatoliya Navîn li avahiya Navenda Giştî pêk anî. Endam û rêveberên Navçe û bajarên herêmê tev li konferansê bûn. Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz, bal kişand zextên li ser HDP'ê û wiha got: "Ji roja HDP hatiye avakirin û heta niha zextên li ser wan kêm nebûne. Tevî hemû zextan HDP li Tirkiye bûye hevîya gelan û heviya bindestan. Tevî hemû êrîşan HDP li ser piyan e û têkoşîna azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê dide. Demek dirêj e em kongre û konferansan li dar dixin û niqaşan dimeşînin. Ev konferans ji bo me dibe sedema ku em ji nûve xwe bi rêxistin bikin û bi gelê xwe re bên cem hev e. Me li gelek bajaran konferans li dar xistin. Beriya kongreya navendî em niha konferansên navenda ciwan û jinan li dar dixin. Van konferans û kongreyan nîşan da ku endam, rêveber û gel li gel HDP'ê ne û bi hevre têdikoşin. Bi biryarî têkoşînê pêş dixin. Dem dema ku em bêtir bên cem hev. Dem dema ku em heviyê xurt bikin û pêş bixin e.