Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin

img

ANTALYA – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Antalyayê de axivî û got: “Roboskî birîna nekewandî ya vî welatî ye. Em ê Roboskî ji bîr nekin. AKP dijminê kurdan ye. AKP wê di demek nêz de belav bibe. Çûyîna lezkirina AKP’ê destê me muxalefetê de ye.”

Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û gelek pêkahetyên HDP’ê û welatî beşdar bûn. Pankart hatin daliqandin û sînevziyona wêneyan a ji xebatên HDP’ê pêk dihat hat nîşandan. 
 
Di kongreyê de dirûşm hatin berzkirin û bernameyê bi rêzgirtinê hat destpêkirin. 
 
Di kongreyê de ewilî Hevserokê HDP’a Antalyayê Muhsîn  Taşar axivî û qala zextên li ser HDP’ê kir. 
 
BULBUL: EM Ê HESAB BIPIRSIN 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî axaftine kir û bi wesîleya komkujiya Roboskî got ew ê zû yan dereng hesabê komkujiya Roboskî bipirsin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bi silav şandina ji bo parlamenter û hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê dest bi axaftina xwe kir û got: “Em soz didin we ku em ê we azad bikin.” 
 
‘JI ME DITIRSIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku asta îqtîdara AKP’ê gihîştiyê bi talan, krîz û aloziyan welat birêve dibe û hikumet hem li hundir û hem jî li derve bi polîtîkaya şer xwe li ser pêya girtiye û xwe digindirîne. Buldan anî ziman ku AKP’ê êdî meşrûbûna xwe winda kiriye û got: “Ji dewletê heta darazê û artêşê her tişt di destê AKP’ê de ye. Kesê ku wek wê nefikirin mafê wan binpê dike. Tevî van hemûyan jî yên li dijî vê partiyê bi sekna xurt disekinin partiya me ye û partiyake têkoşîne dike hebe ew jî HDP ye. Sedemê êrişên wan ên li dijî partiya me jî ew e ku me tirs xistiye nav dilê wan. Ji ber ku ji me ditirsin Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag girtine.” 
 
‘AKP DIXWAZE XWE BI QENAL STENBOLÊ LI SER PÊYA BIGIRE’ 
 
Buldan destnîşan kir ku îqtîdar ji bo xwe li ser pêya bigire niha jî serî li rêbaza Qenal Stenbol daye û dixwaze bixe meriyetê û xwe pê xwedî bike û êdî AKP demên dawî djî. 
 
Buldan êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojava jî bi bîr xist û got: “Êrîşa li dijî Rojava Tirkiyê ber bi aloziyên mezin ve dibe. Ya ku winda dike gelên Tirkiyê ne. Ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalog û aştiyê were çareserkirin jî em di nava hewldanan de ne. Em li ser erdnîgariyek edalet û hiqûq lê tine ye dijîn.” 
 
‘ROBOSKÎ BIRÎNA NEKEWANDÎ A VÎ WELATÎ YE’ 
 
Buldan qûrbaniyên Komkujiya Roboskî jî bibîr anî û got: “Heke edalet hebûya dê îro ne wekîl û hevşaredarên me, dê ew qeyûmên wan bihatana darizandin. Di ser Komkujiya Roboskî de 8 sal derbas bûn. Roboskî yek ji komkujiyên herî hovane û bêwîjdan û xwînî bûn. Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî lê hêj kujerên Roboskî nehatin darizandin. Heta malbatên Roboskî hatin darizandin û girtin. Roboskî birîna nekewandî ya vî welatî ye. Heke em ji bîra bikin bila dilê me ziwa bibe.” 
 
‘AKP DIJMINÊ KURDAN E, EM ÇÛYÎNA BI HEV RE LEZTIR BIKIN’ 
 
Buldan anî ziman li dijî kurdan hiqûqa dijminiyê tê birêve birin û wiha got: “Em vê rewşê di êrişa li dijî xwendekarên kurd de dibînin. Em di kuştina Dayika Taybet de dibini. Em di êrişên li dijî şaredariyên kurd de dibînin û her wiha em di tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin. AKP li dijî me şerek giran daye destpêkirin. AKP wê di demek nêz de belav bibe. Çûyîna lezkirina AKP’ê destê me muxalefetê de ye.” 
 
Piştî axaftinên hatin kirin raporên xebat û malî hatin xwendin. Di kongreya yek lîsteyî de pêk hat ji bo Hevserokatiya HDP’a Antalyayê dîsa Remziye Zengîn û Muhsîn Taşar hatin bijartin.