Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku divê her kes li dijî polîtîkaya mîltîtarîst û êrîşkar a îqtîdarê derkeve û bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkaya Lîbyayê jî helwest nîşan bide. 

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay di destpêka axaftina xwe de qûrbaniyên Komkujiya Roboskî bibîr anî û tevî 8 sal derbas bûne jî hêj hesap nehatiye pirsîn û kujer nehatine darizandin û komkujî nehatiye ronîkirin. Kubîlay got îqtîdara ku kujeran dernaxe holê li ser vê yekê jî radibe komeleya malbatan û çalakiya bîranînê ya malbatan qedexe dike. Kubîlay da zanîn ku ew ê ji bo Roboskî her têbikoşin û dê Roboskî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
Kubîlay bal kişand ser tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredarên HDP’î û got: “Em ê li dijî vê dijhiqûqiyê, zilm û zextan derkevin û dê hesab were pirsîn."
 
‘ERDOGAN TEREFÊ ŞERÊ LÎBYAYÊ YE’ 
 
Kubîlay anî ziman ku polîtîkaya derve ya qada wê nû ya mezhebi, belavbûyî, mêtingerî û mîlîtarîst ya îqtîdara AKP û MHP’ê Lîbya ye û got: “Erdogan terefbûna xwe ya şerê navxweyî yê li Lîbyayê venaşêrê. Qey mirov dibêje vê polîtîkaya derve ya şerxwez terîcîha siyasî ya gelên Tirkiyê ye û Erdogan wisa empoze dike. Lê dabeşkirin û şerê li Lîbyayê ne tercîha gelên Tirkiyê ye û nabe tercîha gelan.” 
 
‘NE BI ŞER BI MUZAKERAYAN DIVÊ WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku partiya wan HDP û muxalefet li dijî biryarên Lîbyayê ye û HDP alîgirê wê hewlê ye ku pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn bi rêya diyalog û muzakereyan were çareserkirin. Kubîlay destnîşan kir ku ew bang li her kesên alîgirên Rojhilatek Navîn a aştiyane û Deryayek Spî ya aştiyane ne dikin ku li dijî polîtîkaya derve ya êrîşkarî û mîlîtarîstiya AKP û MHP’ê derkevin û helwesta xwe nîşan bidin. 
 
‘LI IDLÎBÊ ARTÊŞA ÇETE AVA KIRIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku AKP û MHP’ê li Îdlîbê komên çete ku ji hezaran pêk tên li Idlibê tije kirin û niha jî radibin qala 80 hezar koçberiya ji Idlibê tên dikin. Kubîlay diyar kir ku îqtîdara AKP û MHP’ê li her deverên kurd lê hene dijminahiya kurdan dikin û xwest îqtîdar dest ji dijminahiya kurdan berde. 
 
‘EV MEAŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser diyarkirina bihayê asgarî ku bû 2 hezar û 324 lîre û got: “Ev bihayê hatiye diyarkirin nayê qebûlkirin. Ev yek dijminahiya AKP’ê ya li dijî kedkar û karkeran e.” 
 
DÊ JI BO AZADÎ Û AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN 
 
Kubîlay anî ziman ku sala 2019’an li welat û dinyayê salek bi şer, dagirkirin, birçîbûn û hejarî û êş û rijandina hêsirên çavan derbas bû û li dijî van pêkanînan jî li herêmê û dinyayê berxwedanên mezin hatin nîşandan. Kubîlay bi wesîleya sala nû 2020’an hêvî kir ku aştî û aramî pêk were û got ew ê ji bo aştî, azadî û demokrasiyê jî di sala 2020 de têbikoşin.