Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bersiv da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku wî bi "endamtiya FETO'yê" sûcdar kir û ev tişt got: "Li şûna ku têkildarî angaştên îşekenceyê daxuyanî bide, sûcdariya FETO'yê dike û dixwaze xwe xelas bike."
 
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji ber ku angaştên îşkenceyê yên li Miduriyeta Polisan a Enqereyê anîbû rojevê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, wî bi van gotinan "Parlamenterê ku FETO'yê wî kir Meclisê" hedef nîşan da. Gergerlîoglû, tekildarî hedef nîşanina Soylû, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ne tenê li Enqereyê, li seranserê Tirkiyeyê li qadên di bin kontrola Wezareta Karên Hundir de binpêkirinên mafan pek hatine. Gergerlîoglû, bersiv da Soylû ku wî bi "endamtiya FETO'yê" sûcdar kir û ev tişt got: "Li şûna ku têkildarî angaştên îşekenceyê daxuyanî bide, sûcdariya FETO'yê dike û dixwaze xwe xelas bike."