Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev

img

MERSÎN - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku çavkaniya qeyrana li welat Pirsgirêka Kurd e û got ku pirsgirek tev dikarin bi 'tifaqa demokrasiyê' bên çareserkirin û pêşniyara "Em dakevin qadan" kir. 

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Bîrdal, diyar kir ku rejîma tekparêz a darbeya leşkerî ya 1980'yî îro bi desthilata AKP'ê didome û got ku tevahiya pirgirêkên îro pirsgirêka rejîmê ye. 
 
NE GIRTÎGEH MALÊ MIRINÊ
 
Bîrdal, destnîşan kir ku hemû mafên jiyanê ji holê hatine rakirin û wiha got: "Tirkiye îro wergeriyaye welatê cînayetan. Ji sala 2004'an heta niha di cînayetên karker û jinan de zêdebûneke micid heye. Dîsa li girtîgehan 337 jê giran bi giştî hezar 470 girtiyên nexweş hene. Her roj li girtîgehan cenaze dertin. Îşkence bi awayekî sîstematîk didome. Dema AKP hat desthilatê 57 hezar girtî hebûn niha 286 hezar girtî hene. Li girtîgehan hemû şertên mafên mirovan ji holê hatine rakirin. Bi kurtasî girtîgeh wergeriyane malên mirinê."
 
GEL TUNE TE HESIBANDIN 
 
Bîrdal, anî ziman ku siyaset di bin tundiyê de ye û azadiya nêrîn-xwe anîna ziman nemaye û axaftina xwe wiha domand: "Bi tevahî em bi kavilek re rû bi rû ne. Demokrasiya li welat bi siyanur e û wergeriya demokrasiyeke bi qeyûm. Mirov, êdî bi awayekî komî întîxar dikin. Asta ku hatiye niha ev e. Li hilbijartinên ku ji bo demokrasiyê nebe nabeye binêrin, peywira 33 hilbijartiyan hat bidawîkirin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, ev li dijî vîna gel dizîn e. Tunehesibandina gel e. Di vê pergalê de nikare qala demokrasiyê bê kirin. Herkes li pey edaletê ye. Peywireke parlamentoyê jî nemaye."
 
‘DIVÊ BLOKA DEMOKRASIYÊ BÊ AVAKIRIN' 
 
Di berdewamê de Bîrdal bal kişand ser budçeyê jî û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Xerckirina ewlehiyê ji sedî 27 zêde bûye û derketiye 141 milyarî. Di demên pêş de xerxkirina bi vî rengî bibe sedema bobelatên mezin. Divê bloka demokrasiyê bê avakirin. Divê em ji kuçeyên xwe derkevin û dakevin qadên demokrasî û azadiyê û bên gel hev. Li navçe û bajaran partiyên siyasî û rêxistinên kedê koordînasyonan ava bikin û bi hev re tevbigerin. Ji bo vê yekê ajandayên mehane û heftane amade bikin û bernameyên têkoşînê derbixin."
 
SEDEMA QEYRANÊ PIRSGIRÊKA KURD E
 
Bîrdal, bi lêv kir ku desthilat, rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê sûd digire û mekanîzmayên navdewletî yên venerînê tune dihesibîne û wiha pêde çû: "Tirkiye, ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê dûr ketiye. Qeyrana rejîmê êdî diyar e. Ev krîz ji ber nêzikbûna Pirsgirêka Kurd a desthilatê ye. Qeyrana siyasî û aborî ji ber neçareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Heke Pirsgirêka Kurd bihata çareserkirin, wê ewqa pay ji ewlehiyê re nehatina veqetandin. Ji ber ve yekê hilweşîninên çandî, civakî, aborî û siyasî yên ji ber vê yekê didomin."
 
ÇARESERÎ 'TIFAQA DEMOKRASIYÊ' YE
 
Bîrdal, diyar kir ku li gorî lêkolînên raya giştî AKP çûndox e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Partiya ku Ahmet Davûtoglû damezrand û ya ku dê Alî Babacan damezrîne wê ji pirsgirêkan nebine şareserî. Pirsgirêk dikarin bi 'Tiqaqa Demokrasiyê' bên çareserkirin."
 
MA / Ergîn Çaglar