Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê de diyar kir ku qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye û wiha got: "Li dijî hişmendiya qeyûm tifaqa jinê pêwist e." 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Stenbolê bi mijara ‘Di Rêveberiyên Xwecihî de Jin’ civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û nûnerên meclîsa jinan a Stenbolê amade bûn. Bûldan, di civînê de diyar kir ku HDP partiya wijdan û rûmetê ye û di heman demê de partiya jinê ye û wiha got: "Herêma siyasetê ku dixwazin hepsî wijdan, hêz û aqilê zilam bikin bi HDP’ê re jin cihê xwe digrin, gotinên xwe dibêjin, têkoşîna azadî û wekheviyê rêxistin dike Ji ber vê sedemê beriya her tiştî dixwazin bi girîngî bibêjin; HDP cihê ku jin lê siyasetê bikin e, herêma têkoşîna azadiyê ya jinan e. HDP ji bo jinan hêviya rizgariya ji mêtîngeriyê ye û şansek e. " 
 
‘ME NÛNERTIYA WEKHEV BI SER XIST’
 
Buldan, anî ziman ku rêgeza wan a bingehîn azadiya jinê azadiya bingeha hemû azadiyê ye û wiha got: "Ji 2016’an ve di serokatiya giştî de, di rêveberiyên navçe û bajêran de em sîstema hevserokatiyê weke fîîlî pêk tînin. 35 ji sediyê rêjeya cûdahiya pozitîf, 40 ji sediyê sîstema kota û piştre bi nûnertiya jinan a 50 ji sedî û ber bi nûnertiya wekhev re em pêşveçûn û me xwest em vê sîstemê bêyî kêmasî karbînin û em serketin jî. Di siyasetê de piraniya desthilatdariya zilam a ku bi salane didome me di wateyek cidî de şikand. Sazî û desteyên me ku bi kedeke mezin a salên dirêj hate avakirin, hate girtin. Bi darbeya qeyûm re 43 navendên me yên jinan ên li navçe û bajaran li dijî her cûreyê tundiya li jinan têdikoşiyan û xizmetên wan hatin sekinandin. Em di hefteya 25’ê Mijdar Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinê de ne. Li welatê me ku tundiya fizÎkî bi awayekî giran li dijî jinan pêk tê û li aliyê din tundiya siyasî ya li dijî destkeftiyên jinan tê pêkanîn. Ev tundî ji aliyê hikûmetê ve bi karanîna hêza dewletê tê kirin. Di navenda êrîşan de sîstema hevseroktiyê heye ji ber kû dixwazin sîstema yek zilamî biparêzin. Dixwazin rêveberiyên xwecihî û siyaseta demokratîk bêyî jin bihêlin û kar bikin. Di pêvajoya dawî de bi darbeyên qeyûm re hevserokên me yên jin ji peywirê hatine girtin û piraniya wan hatine girtin. Tenê di vê pêvajoya dawî de 8 hevşaredarên me yên jin hatine girtin." 
 
‘HEVSEROKATÎ JÊVENEGER E' 
 
Buldan, bal kişand ser hincetên darbeya qeyûm a tifaqa AKP-MHP’ê û wiha axivî: "Yek ji sedema tayînkirina qeyûm saziya hevserokatiyê ye. Lê vêya ez dixwazim bi taybet bibêjim. Sîstema hevseerokatiyê ku ji sala 2016’an ve em pêk tÎnin di çarçoveya ‘Paketa Demokratîkbûyînê’ de ku sala 2013’an hate weşnadin bû qanûn. Ev bûyer yek ji destkefiyên dîrokî yên têkoşîna jinan e. Ev model di welatê me dest yekem e. Û jin dev ji vê nirxê berdane.
 
‘DARBEYA LI SIYASETA JINÊ’
 
Tişta hate kirin darbeya li siyaseta jinê ye. Darbeya li nûnertiya wekhev e. Dixwazin bi rêbazê cûnta îrade û tercîha siyasî ya jinan desteser bikin. Bi taybet politîkayên qeyûm dimeşîne li dijî gel e, li dijî ked, dîrok û xwezayê ye bi wateyek din dijminahiya li jinê ye.
 
‘TIFAQA JINÊ PÊWÎSTIYE KE’
 
Tenê ne ji bo Trikiyeyê di tevahiya cîhanê de sîstema hevserokatiyê ya ku partiya me xwedî rêjeya herî zêde ya nûnertiya jinê ye ji bo jinan destkeftiyeke gelek bi nirxe. Jinan ku li HDP’ê siyaset serxist wê li her qadê bi teqez bi serbêxe. Divê em jin hevpar tevger bikin. Bi hevre têbikoşin. Tifaqa jinê, piştevanî, parastina destkeftiyên inan û pêşxistina wê pêwîstiyeke.”