Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim

img

ENQERE - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ji girtîgehê name şand û got: "Li holê ne bûyerek heye û ne jî şahidek heye. Hemû pergala edaletê di xizmeta yek partiyê de ye. Ez bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dikim ku ji bo avakirina edelatê em têkoşîna xwe mezin bikin."

Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirn û di 22'yê Cotmehê de hat girtin, ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê nameyek şand û banga têkoşînê li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir. Nameya Mizrakli, ji aliyê Buroya Çapemenî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vê hat parvekirin. Mizrakli bi bîr xist ku ew di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de bi rêjeya 62.9 ji sedî yê dengan bû hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê, di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji wezîfeyê hate dûrxistin, li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û di 22'ê Cotmeha 2019'an de hate girtin.
 
'VÎNA GEL DESTESER KIRIN'
 
Mizrakli destnîşan kir ku desteserkirina îradeya gel ne biryareke hiqûqî ye, ragihandina wê yekê ye ku wê nehêlin Kurd li bajarên ku lê ne bajarê xwe bi rê ve bibin. Mizrakli anî ziman ku li Tirkiyeyê komkujiya hiqûqê tê kirin û pîvana karîneya masûmiyetê demeke dirêje bûye îstîsnayekê. Mizrakli bi bîr xist ku yek ji sedemên girtina wî îfadeya H.B.A. ye ku di Gulana 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate girtin û 11 roj beriya hilbijartinan yanî di 20'ê Adara 2019'an de der heqê wî îdîa kiriye.
 
'LI HOLÊ NE BÛYEREK Û NE JÎ ŞAHIDEK HEYE'
 
Mizrakli got, "Vî kesê ku xwestiye ji qanûna poşmaniyê sûdê werbigire di 20'ê Adara 2019'an de li dijî min gotiye, li nexweşxaneya ku ez lê dixebitîm, di nobeda şevê de min 'endamekî rêxistinê' emeliyat kiriye, min roeviyê wî jê kiriye û sibehê jî ew kes ji nexweşxaneyê derketiye. Qewimîna bûyereke bi vî rengî li aliyekî H.B.A. îdîa dike ku wî ev bûyer ji hevalekî xwe bihîstiye. Lewma li holê ne bûyerek heye ne jî şahidek."
 
Mizrakli di nameya xwe de anî ziman ku partiya wî HDP bi dengê xwe yê 6 milyonî li Tirkiyeyê sêyemîn partiya herî mezin a siyasî ye, lewma tevlîbûna li karê vê partiyê nabe ku weke sûc bê dîtin. Mizrakli anî ziman ku ji 19'ê Tebaxa 2019'an ve 15 Şaredariyên HDP'î hatine desteserkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Hikumeta AKP'ê ve qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR
 
Mizrakli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet tenê gotineke li dîwarên dadgehan hatiye nivîsandin, sîstema edaletê bi temamî ketiye xizmeta partiyekê.
 
Hevşaredar Mizrakli bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê kir, ku li dijî desteserkirina mafê hilbijartinê yê Kurdên li Tirkiyeyê gavan biavêjin û ji bo bidawîbûna zexta li ser partiyên siyasî bikevin nava hewldanan.