Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê

img

MERSÎN - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku hikûmet dixwaze bi şer ser krîza rêveberinê û hemû pirsgirêkên welat bigire û ev tişt got: "Dê bi damezrandina partiyên ku Davûtoglû û Babacan amadekariya wan dikin AKP bikeve pêvajiya jihevketinê. Ji bo vê yekê 4-5 mehên pêş diyarker bin." 

 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, êrîşa AKP'ê ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, armanca vê êrîşê û nêrîna gel a ji bo êrîşê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Koçyîgît diyar kir ku di demên dawîn de desthilata AKP'ê bi rêbazên binçavkirin, girtin û îşkenceyê bi ser hemû beşên civakê yên muxalîf de diçe û wiha got: "AKP-MHP bi têkçûna hilbijartinên 31'ê Adarê re ketine krîza rêvebirinê. Ji bo derketina ji vê krîzê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Ji bo ser têkçûna êrîşê bigire, li dijî kurd, şoreşger û demokratan nêçîra pîrebokan daye destpêkirin."
 
'DIJBERIYA ŞER AKP ACIOZ DIKE'
 
Koçyîgît destnîşan kir ku bi armanca ku muxalefet neyê gel hev, bi awayekî lez tayînkirina qeyûman dan destpêkirin û ev tişt got: "Tayînkirin qeyûman didome. Bi tayînkirina qeyûm a ser Rêya Armûşê re hejmara qeyûman derket 16'an. Bi vê yekê re li dijî, endam û rêvebirên HDP Û HDK'ê, jin, ciwan, rêxistinên sivîl operasypon dane destpêkirin. Ev tev jî ji bo bêdengkirinê tên kirin. Ev nîşaneyeke têkçûna li Sûriyeyê ya li hundir e. Dijberiya HDK û HDP'ê û rêxistinên sivîl ên ku di xeta wan de ne ya li dijî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê AKP'ê aciz dike. Ji ber vê yekê dîsa serî operasyonên qirkirinê dane destpêkirin."
 
'NAXWAZIN DIJBERÊN ŞER BÊN GEL HEV'
 
Di berdewama axaftina xwe Koçyîgît bal kişand ser dijberiya civakê ya li dijî êrîşa lis er Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: "Armanca êrîşên ku di demên dawîn de tên kirin, astengkirina tekoşîna hevpar a gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Hikûmet baş dizane ku ji sedî 70'ê civakê li dijî şer e. Ji ber vê sedemê naxwazin kesên dijberî şer bên gel hev. Lê em dizanin ku dê bi şer bi milyonan mirova jiyana xwe ji dest bidin û ji cih û warên xwe bibin. Dijberiya me şer, ji ber daxwaza me ya li ser erdnîgariya hevpar komara demokratîk e. 
 
'AKP DI NAV JIHEVKETINÊ DE YE'
 
Koçyîgît da zanîn ku polîtîkayên ku ji aliyê Erdogan ve tên meşandin êdî di nav partiya wî AKP'ê de jî nayên qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê navên mîna Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan ketin nav hewldanên damezrandinên partiyên nû. Kes naxwaze di siberojê de weke parçeyek vê faşîzmê bê bibîranîn. Ji ber vê yekê herkes dixwaze xwe rizgar bike û xwe derxe paqijiyê. Ev yek jî jihevketina AKP'ê leztir dike. Ji bo pêşîgirtina vê yekê AKP'ê şer derxist. Kesên ku partiyên nû ava dikin jî êdî weke 'xayîn' îlan dikin. Dê AKP hê bêtir bikeve nav jihevketinê. Di 4-5 mehên pêşiya me ji bo vê mijarê diyarker bin. Her çiqas çapemenî vê yekê nîşan nede jî ev yek bi awayekî zelal di nav civakê de tê zanîn. Bi têkoşîneke xurt dikare pêşiya êrîşan bê girtin."