Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin

img
ÊLIH - Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, di civîna beriya kongreya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê de diyar kir ku dê li dijî êrîş zilmê yekîtiya gel ava bikin û wiha got: “An em dê wekî sedsala borî perçe perçe bibin, an jî em dê vê firsendê binirxînin û yekîtiyê ava bikin û qedera gelê xwe biguherînin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, beriya 3'emîn Kongreya xwe pêk bînin, li salona  Konferansê ya Sendîkaya Petrol-İşê civîna gel li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û diyar kir ku ew dê vê axê bikin warên ku gel lê azad bijîn. Tiryakî xwest gelê kurd li dijî tundî û zextan bibin yek û wiha got: “An em dê wekî sedsala borî perçe perçe bibin, An jî em dê vê firsenda dîrokî biparêzin û yekîtiya xwe ava bikin. Em dê qedera gelê xwe biguherînin. Em dê vê axê ji bo gelê Kurd û gelê Kurdistanê bikin axa ku gel azad li ser wê bijîn. Gelê me bedelên pir giran dan. 10 hezar mirovên me bedel dan. DAIŞ'ê di rojekê de bajarê herî mezin ê Iraqê bi dest xist. Lê gelê Kurd li dijî DAIŞ'e şerekî navneteweyî da meşandin û bi ser ket.  Êdî gelê cîhanê li pişt Kurdan e. Em dê teqes bi ser bikevin."