Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma

img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di kongreya asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê de, bal kişand ser politikayên şer ên îktidarê û wiha got: 'Di encama polîtîkayên şer ên îktîdarê de ji para Kurdan re gule û ji ya Tirkan re jî sîyanur ma. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi hişyariya "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û Faşizmê têk bibin" 3'emin Kongreya Asayî pêk anî. HDP'ê li Salona Konferansê ya Şehîtlîk Çamlikê kongre pêk anî. Endamên meclîsa HDP'ê, Rêveberiya Paritya Saadetê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn. Polîsan beşdarên kongreyê di lêgerîna GBT'ê re derbas kirin û derbasî hundir kirin. Kongreyê, bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di kongreyê de bal kişand ser politikayên şer ên îktidarê û wiha got: 'Di encama polîtîkayên şer ên îktîdarê de ji para Kurdan re gule û ji ya Tirkan re jî sîyanur ma. Îktîdar gelan dike dijminê hev û wan li hev sor dike. Ev tovê dijminantiyê ku îktîdar di nava gelan de dijîne dê qet mezin nebe. Naxwazin ku gelên qedîm bi hevre bişîn. Ev îktîdar mafê jiyanê ji bo Kurdan nas nake. 
 
'5 SALIN TECRÎDA GIRAN LI ÎMRALIYE HEYE'
 
Em ê tekoşîna li dijî polîtikayên îktidarê yên berberiyê berdewam bikin. Em dê li axa xwe, çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Em dê bi hevre bersîvê bidin polîtikayê bê rûmetiyê. Em tu carî ji îktidara faşîst natirsin. 5 salin tecrîdek giran li Îmaliye tê meşandin. Divê ev tecrîd bê şikandin. Divê gavên hiqûq û edaletê bên avêtin. Tecrîda li ser Tirkiyeyê, ewil bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê ewil pirsgirêka Kurd çareser bibe." 
 
'DAIŞ'Ê DIDIN PÊŞ XWE Û ÊRÎŞÎ AXA HERÎ PÎROZ DIKIN' 
 
Temellî, da zanîn ku îktîdar ji bo dijminantiya Kurdan hemû komên çete yên çekdar li hev kom dike û êrîşî Kurdan dike û wiha got: “Ewil ketin Efrînê. Hûn kê ji axa kê derdixin. DAIŞ'e dixin pêxiya xwe û êrîş dikin. We ew herema wekî bihiştê kir dojeh. We li Sûriye çareserî xetimand. Nêzî 400 hezar mirov ji ber şer neçar ma ku ji ser axa xwe koç bike. Çima êrîş dikin. Ji ber ku vana dijminê Kurdan in. Demokratîkbûna Sûriyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Werin em bi hevre li dijî faşizmê têbikoşin. Yên ji Tezereyê re gotin 'Erê' bê guman nikarin demokrasiyê pêş bixin. Em îro dibînin ku ji ber şer, ji para Kurdan re gule û ji bara Tirkan re sîyanur ma. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Em gule tang û topan naxwazin. Gel şer naxwaze. Ev butçe êdî bûye butçeya şer û Qesrê. " 
 
Piştî axaftinê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Mîkaîl Gozek û Emine Çetiner ji bo hevserokên HDP'ê ya Rihayê hatin hilbijartin.