'Em hemû şahid in ku DAIŞ'ê komkujiyên çawa pêk aniye'

img

ENQERE – Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku îktîdara AKP'ê ji bo muxaleetê bitepisîne DAIŞ'ê wekî amûrekê bi kar tîne û got, her kes şahidê komkujiyên DAIŞ'ê ye. 

Êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi van êrîşan re piştî TIrkiyeyê girtîgehên ku DAIŞ'î tê de bûn bombebaran kir endamên DAIŞ'î reviyan û li hin deverên herêmê dest bi êrîşan kirin. Her wiha rayedarên îktîdarê ragihandibûn ku berpirsiyariya DAIŞ'ê hildgirin ser milê xwe. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku ev helwesta Tirkiyeyê ew neheyirandine û got: "Tirkiye bi DAIŞ'ê r eçi kir? Armanca wê çi bû? A rast Tirkiye staatuya kurdan ji xwe re kir meseleya man û nemanç. Ji bo vê pêwendî bi her kesî re danî. DAIŞ jî di nav de. Meseleya DAIŞ'ê pir xirab bi akr anî. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, ji bo sînorên xwe polîtîkayek pêk anî." 
 
'EM ŞAHIDÊN KOMKUJIYAN E' 
 
Togrûl, bi bîr xist ku DAIŞ'ê di sînorê Tirkiyeyê re derbas bûye û çûye li Sûriyeyê şer kiriye û gpt: "Li mîtînga 5'ê Hezîranê ya HDP'ê, di 20'ê Tîrmehê de teqîna li Pirsûsê... noqteya hevpar a van komkujiyan Dîlok bû. Em hemû şahid in ku milîtanên DAIŞ'ê bê komkujiyên çawa kirine." 
 
‘AKP DIXWAZE DAIŞ LI SÎNORÊ WÊ BIN' 
 
Togrûl, destnîşan kir ku AKP ji dêvla kurdan dixwaze DAIŞ'î li sînor bin û got: "Gava ew herêm di destê DAIŞ'ê de bûn, di deriyê sînor ê Tel Abyadê bazirganiyeke bi milyon dolaran dihat kirin. Lê gava kurdan li Kobaniyê û deverên din DAIŞ'ê têkşikand, ew der ji bo bazirganiyê hatin girtin. Piştî DAIŞ hat krîmînalîzekirin ew çete şikil guherandin. Rûyên xwe jê kirin û vê carê bûn El Nûsra, Ahrar el-Şam û paşê jî bûn Artêşa Sûriyeya Azad (OSO)." 
 
Her wiha Togrûl, careke din bi bîr xist ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê komkujiyên ku DAIŞ'ê li hemberî mirovan û gelan kiriye baş tê zanîn û got: "Îktîdara AKP'ê ji bo muxalefetê bitepisîne DAIŞ'ê wekî amûrekê bi kar tîne." 
 
‘JI BO ASTENGKIRINA STATUYA KURDAN' 
 
Togrûl, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku derbarê DAIŞ'ê de gotibûn û got, ev di asasê xwe de mikurhatinek e. Togrûl, got: "Em bang li tevahiya gelên cîhanê dikin. Divê her kes hişyar be. Niha li pêşiya me talûkeyeke mezin heye. Çeteyên DAIŞ'ê bi temamî nehatine qedandin, niha li pêşberî me talûkeyek mezintir heye. Tirkiye dibêje ez berpirsiyariyê digirim ser milên xwe. Lê belê pozîsyoneke wê yî vê berpirsiyarê hilgire tuneye. Çima vî tiştî niha dibêje? Sirf ji bo dengên li hemberî DAIŞ'iyan asteng bike. Divê kes nehêle ku Tirkiye statuya kurdan asteng bike." 
 
MA / Berivan Altan