Berdevkê Kremlîn: Em naxwazin li îhtîmala pevçûnê jî bifikirin

img

ENQERE – Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov got ew naxwazin li ser îhtîmala pevçûnêk bi Tirkiyê re jî bifikirin. 

Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov di dema operasyona Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhialtê Sûriyê bersiv da pirsa dê eskerên Rûs û Tirk pev biçin an na wiha bersiv da: “Em naxwazin îhtîmalek wisa jî bifikirin.” Peskov bersiva pirsa “Hûn dikarin behsa talûkeyek wisa bikin?” da û got: “Tiştekî ez ê li ser gotinên xwe sêde bikim nîne. Ji bo talûkeya hûn behs dikin pêk neyê em bi eskerên xwe re di nava têkiliyê de ne.”