Koçyîgît: Yên aştiyê dixwazin divê bi qasî yên şer dixwazin wêrek bin

img
ENQERE - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê li dijî aqilê aştiyê aqilê şer xistine meriyetê û wiha got: “Em mecbûr in bi qasî yên şer dane destpêkirin ji bo aştiyê bi wêrekî tev bigerin. Ger ku îro em bitirsin û serê xwe têxin bin xîzê, em ê sibê nikaribin li ruyê zarokên xwe binerin." 
 
Operasyona Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Her ku diçe di nava Kurdan û welatên cîhanê de nerazibûna li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Rojava daye destpêkirin zêde dibe. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku armanca operasyonê ne “ewlehî ye" û wiha got: "Heta niha aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu çalakî û êrîş li dijî Tirkiyeyê li dar nexistine. Dijberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem xwestin bêtir têkiliya mirovahî û dostaniyê pêş bixin. Her dem xwestin diyalogek baş pêş bixin û yekîtiya axa Sûriyeyê parastin. Dixwestin rêveberiya Sûriyeyê demokratîk bibe. Daxwazên wan ji aliyê hiqûqa tu dewletan ne pirsgirêk e. Di nava yekîtiya Sûriyeyê de xweseriya demokratîk parastin. Ev ji bo Tirkiye çawa dibe gef. 
 
‘DEMA DAIŞ LI KOBANÊ BÛ BÊZAR NEBÛN'
 
Koçyîgît, anî ziman ku beriya operasyonê li Nisêbîn, Pirsûs û Serêkaniyê tu gef tune bû û wiha axivî: "Di sala 2014'an de dema DAÎŞ li Kobanê bû, Tirkiye ev yek ji bo xwe nekir mijara ewlehiyê û gef nedît. Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir em wê demê li ser sînor di nobetê de bûn. Bi topên DAIŞ'ê gelek hevalên me birîndar bûn. Wê demê Tirkiye qet bêzariya xwe neanî ziman. Tirkiye ji ber cîrantiya DAIŞ'ê nebû xwedî fikar. Piştî DAIŞ li Kobanê têk çû li her derê têk çû. 
 
EM BI HEZAR SALAN LI VIR IN, TIRK JI ASYA NAVÎN HATIN VIR
 
Koçyîgît, da zanîn ku operasyon zerarê dide gelê Kurd û Tirk û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 18'ê Hezîranê de bi rêya parêzeran got: "Birêz Ocalan têkiliya gelê Kurd û Tirk ji Melezgirtê de digire dest. Birêz Ocalan qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokê dike. Di hevdîtina xwe de got 'Em bi hezar salan li vir dijîn. Tirk ji Asya Navîn hatin vir. Kurd bûn mahzûban û deriyên xwe ji Tirkan re vekirin. Wê demê şerê Kurd û Tirkan tune bû. Lê mixabin piştî avakirina Komara Tirkiye û şûnde pirsgirêka bi Kurdan re derket holê. Hemû heq û hiqûqa Kurdan red kirin û înkar kirin. Ez hewl didim ji bo Kurdan di Qanûna Bingehîn de hiqûqekê ava bikim.' Ocalan pirsa 'Wê mijara Heqê Kurdan çi bibe' Ocalan qala hiquqa Kurd û Tirkan dike. Dixwaze ev hiqûq li ser bingeha Makeqanuna Demokratîk bê parastin. Lê mixabin li şûna hikûmet bi qanunan çareser bike, bi agir xwe davêje ser benzînê. Şer bêtir geş dike. " 
 
PIŞTÎ OCALAN GOT 'DIKARIM DI HEFTEYEKÊ DE PEVÇÛNÊ RAWESTÎNIM' HEVDÎTIN QUT KIRIN
 
Koçyîgit, anî ziman ku Ocalan di nirxandinê xwe de qala parastina Rojava kir û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan di nirxandinê xwe de got: ‘Divê hûn hasasiyetê Tirkiyeyê biparêzin' Xwest pirsgrêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bike. got ‘Ez dixwazim xwişk û biratiya Kurdan ava bikim. Ez dikarim pevçûnê di nava hefteyekî de rawestînim.'  Piştî vê hevdîtinê dawî li hevdîtina Ocalan û parêzeran anîn. Em îro di nava şer de ne. Li dijî aqilê aştiyê îro aqilê şer ketiye tevgerê. Ev aqilê şer dixwaze xwe li her derê belav bike. Pergal dixwaze xwe bi şer berdewam bike. Ji bo Kurdan têkoşîna aştiyê pir girîng e. Muxatabê gelê Kurd, gelê Tirk e. Divê meclîs muxatabe gele Kurd be. Ji ber Birêz Ocalan talûkeya şerê li pêş gelê Kurd û Tirk dibîne dikeve nava hewldanan. Ev şer wê pirsgirêka Kurd bêtir kûr bike. Bloka AKP-MHP'ê êdî nikare gotinê li ser Kurdan bêje. Bi vê operasyonê dixwaze li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê dengê Kurdan qut bikin."
 
'DIXWAZIN GELÊ KURT TUNE BIKIN'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku armanca sereke ya vê operasyonê tunekirina gelê Kurd e u wiha bi dawî kir: "Gotina 'Em ne li dijî gelê Kurd in' tev derew e. Niha hûn bi Kurdan re şer dikin. Ger ku hûn ne li dijî kurdan bin çima hûn ji dersên Kurdî yên li Japonya xwe aczi dikin. Çima hûn li dijî ferenduma Kurdistana Başûr in. Hûn çima qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê dikin. Kurd van rastiyan tevan dibîne. AKP gavên li dijî hiqûqê davêjin. Niha li dijî hiqûqê ket axa Sûriyeyê. Li vir dagirkeri heye. Yên dibêjin aştî li wan lêpirsîn tê vkirin. Dixwazin tevan bitirsînin û encam bistînin. Divê me hemû li dijî vî aqilê şer bi qasî wan ji bo aştiyê bi wêrekî têbikoşin. Ger ku iro em bitirsin û serê xwe têxin nava xizê emê sibê çawa li ruyê zarokên xwe binerin. Hemû kesên demokrat û mafên mirovan diparêzin divê li dijî şerê îktara AKP-MHP'ê bi dengê bilind bêjin na."
 
MA / Berîvan Altan