Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin

img

STENBOL - Parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, derbarê biryara ji nû ve girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hat dayîn de daxuyanî dan û gotin: “Dest bi pêvajoya komployeke nû hatiye kirin. Emê daxwaza xwe ya azadiyê bidomînin.” 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de bi hinceta "Bûyerên 6-7'ê Cotmehê" lêpirsîn da bû deset pê kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh ya Enqerê di çaroveya lêpirsînê de ji bo Yuksekdag û Demîtaş biryara girtinê da. Parêzerên Yuksekdag, derbarê biryara ji nû ve girtina Yuksekdag de daxuyaniyek nivîskî weşandin. 
 
‘PÊŞIYA BERDANÊ GIRTIN’
 
Daxuyaniya nivîskî ya parêzeran wiha ye: “Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di 20’ê Îlonê de, bi hinceta bûyerên 6-7’ê Cotmehê, di çarçoveya dosyeya lêpirsînê ya Hejmara 2014/146757’an bi lez û bez biryara girtinê ji bo Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş da. Bi vê biryara girtinê, pêşiya berdana Demîrtaş û Yuksekdag girtin. 
 
‘PÊVAJOYA KOMPLOYEK NÛ YE’
 
Bi vê biryarê dest bi pêvajoya komployeke nû hatiye kirin. Em ê li dijî vê pêvajoya komploya nû li salona dadgehê daxwaza xwe ya azadiyê dewam bikin.