Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim

img

AMED – Parlamenterê AKP’ê yê Amedê yê berê Cuma Îçten got “ez serî radikim” û ji AKP’ê îstîfa kir. 

Parlamenterê AKP’ê yê Amedê yê berê Cuma Îçten di hesabê xwe yê medya civakî de daxuyanî da û ragihand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye. Îçten daxuyaniya bi sernavê “Ez serî radikim û ji AKP’ê îstîfa dikim” weşand.
 
Îçten rexneyên tund li AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: “Ez ji vê rewşê re îtîraz dikim. Min bawerî pê anî ku maf û azadiya însan, edalet û hiqûq hatiye binpêkirin, xweza û derdor nayê parastin, hin însan bêtir wekheviyê bi dest xistine. Ez li dijî vê yekê û bi hemû îtîrazên xwe ji avakarê partiya ji edalet û pêşketinê dûr bûye îstîfa dikim. 18 sal in çav ji bedel û mirinan re hatiye girtin. Ez bi awayek spî ji AKP’a bi salan min ked û dema xwe dayê îstîfa dikim.”