Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve

img

MÊRDÎN - Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 29’emîn de berdewam kir. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, di nobetê de axivî û got: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk nikarin li Tirkiyeyê mafên xwe bi kar bînin û demokrasî pêş nakeve.” 

 
Nobeta Demokrasiyê ya 29 rojin li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike, li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP’ê ya ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêç kirin, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, daxuyanî da. 
 
'DEMOKRASIYA LI TIRKIYEYÊ PÊŞ NAKEVE'
 
Taşçier, diyar kir ku qeyûm tayînê 3 şaredariyên Bajarên Mezin ên HDP’ê kirin û wiha axivî: “Tayînkirina qeyûman ne pêkanînek nû ye. Bi vê ne tenê qeyûm tayînî vîna gel kirin. Di heman demê de hewl didin gelê Kurd înkar û îmha bikin. Çi dema ku gelê Kurd doza mafê xwe bike, rastî înkar û tunekirinê tê.” 
 
Taşçier, hilbijartina 31’ê Adarê bibîr xist û wiha got: “Di serdema derbas bûyî de jî qeyûma tayîn kirin. Lê gel dîsa HDP’ê tercîh kir. Çi dibe bila bibe em gel wê tu carî piştgiriyê ne de we. Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk nikarin li Tirkiyeyê mafên xwe bi kar bînin û wê li Tirkiyeyê demokrasî pêş nakeve. Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dûre emê bi hevre bixetibin û xwe bi rêve bibin.”
 
Daxûyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmayan bi dawî bû.