Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Azad Bariş diyar kir ku saziyên çapameniyê, pênûs û rojnamegerên ku darbeyên leşkerî meşrû kirine çawa ku di wijdanê gel de hatin mehkûmkirin dê saziyên çapameniyê îro jî di wijdanê gel de bên mehkûmkirin.

 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş, têkildarî hedefnîşandina HDP'ê ya ji ber çalakiya rûniştinê ya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê ya ji aliyê desthilat û çapameniya alîgir daxuyaniyeke nivîskî da. Azad diyar kir ku bi operasyoneke ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve li serê bi awayekî hûr û kûr hatiye xebitandin re rû bi rû ne û wiha got: "Desthilata ku dike nake nikare tayînkirina qeyûman vebêje, bi hêza çapameniyê ya di destê xwe de teknîkên şerê taybet kiriye dewrê û li dijî partiya me kampanyeke berfireh a reşkirinê daye destpêkirin. Bi rojane dayikan aresteyî ber derê partiya me dikin. Çapemeniya reşenivîs ku çûyîna serê çiya ya 40 sal in didome, bi partiya me ve girê dide, çalakiya Pasûrê ku me bi awayekî tûnd şermezar kir jî bi partiya me ve girê dide."
 
MANŞET WESÎQEYA ŞERMÊ YE
 
Bariş da zanîn ku manşeta ku Rojnameya Yenî Şafakê îro avêtiye, dê weke wesîqeyeke şermê derbasî dîrokê bibe û ev tişt anî ziman: "Desthilatê çapemeniyê ji bo meşrûkirin û qebûlkirina civakê ya darbeyên siyasî ji xwe re weke amûr bi kar tîne. Manşetên ku duh ji bo meşrûkirina Darbeya 28'ê Sibatê hatin avêtin û manşetên ku îro Yenî Şafakê û saziyên çapameniyê yên girêdayî AKP'ê ji bo reşkirina partiya me avêtine tu ferq di navbera wan de tuneye. Di demên darbeyên leşkerî de jî çapamenî di mijara popagandayên reş de neketibû vê rewşa derewkar û gelac. Elbet em ne li bendê ne ku rojnameyên reşnivîs li gorî rastî û heqîqetê weşan bikin. Lê em dixwazin vêya bibêjin; saziyên çapameniyê, pênûs û rojnamegerên ku darbeyên leşkerî meşrû kirine çawa ku di wijdanê gel de hatin mehkûmkirin dê saziyên çapameniyê yên îro jî di wijdanê gel de hatine mehkûmkirin. Propagandayên reş nikarin me ji têkoşîna me ya meşrû û demokratîk qut bikin. Em derbarê van saziyên propagandayên reş kirine de serlêdana sûc bikin."