HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin

img

ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî nêzîkatiya medya di bin kontrola îktidarê ya der barê çalakiya malbatên li pêş avahiya HDP'a Amedê rûniştine û gotina Leyla Guven de nirxandin kir û diyar kir ku der barê partiya wan de provokasyonan amade dikin.

 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê feraseta medya navendî ya di bin kontorla îktîdarê ku der barê malbatên li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiyan li dar dixin de nûçe çê dikin rexne kirin û diyar kir ku îktîdar bi rêya medya navendî hişekî ava dike. MYK'a HDP'ê anî ziman ku îktidar bi rêya medya hawiz operasyona avakirina hişekî nû pêş dixe û wiha got: "Em vê propaganda reş teqez red dikin. Ev propaganda reş di milê hiqûqî u polîtiîk de sûcekî giran e. 
 
1- Em êrîşa li navçeya Pasûrê aşkere bi zimanekî tund şermezar dikin. Di 13'ê Îlonê de Hevserokatiya me diyar kiriye ku ev êrîş nayê qebûl kirin û divê bi lez bê lêkolînkirin. Xwestiye berpirsiyar bên dîtin û darizandin. Îro li şûna lêpirsînek fireh bê kirin, hevserokê me yê Pasûrê û Hevşaredarê me hat binçavkirin û hişekî avadikin. 
 
2- Em diyar dikin ku em li hemberî çalakiyên malbatên li hemberî avahiya HDP'ê ya Amedê hurmetê nîşan didin. Vê hurmeta me îktîdar bêzar kiriye. Pir aşkere malbat bi piştgiryia polîsan li ber avahiya partiya me çalakiyan li dar dixin. Li aliyê din malbaten Aştiyê û Dayikên şemiyê rastî hemû êrîşên li dijî hiqûq û mafên mirovan tên. Wezîrê Karên Hundir diçe malbatê li pêş avahiya HDP'ê ziyaret dike û ev aşkere nîşan dide ku provokasyon bi destê îktîdarê tê amadekirin. 
 
Me bang kir ku em bi hevre pirsgirêkê li meclîsê çareser bikin û li gorî wê gavan bavêjin. Lê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan got ‘Na" banga me red kir. Erdogan, bi vê gotina xwe meclisê rewa nabîne û siyaseta demokratîk red dike. 
 
3- Piştî çalakiya malbatan a li pêş avahiya partiya me ya Amedê êrîşên li dijî partiya me her ku diçe zêde dibin. Di bin navê "Meşa bertekên li dijî terorê" de mîtingê provokatif tên li dadr xistin. Bê guman çalakî mafekî demokratîk e. Lê raste rast partiya me hedef tê nîşandan." 
 
 
4- Piştî wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven axivî, axaftina wê qut kirine û bi vê yekê li dijî wê dest bi êrîşa lîncê kirine. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Leyla Guven, li ser aştî û çareseriyê rawestiya ye û diyar kiriye ku ger aştî pêş nekeve wê encama wê cuda be. Em di mijara siyaseta demokratîk de bi fikrên xwe bawer ink."