HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin

img
ENQERE - HDP'ê têkildarî lêpirsîna ku li Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokç Ertan ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, hat vekirin daxuyaniyek da û diyar kir ku darbe nikare bi lêpirsînên bêbingeh bê meşrûkirin. 
 
Beriya çend rojan, Wezareta Karên Hundir bi hinceta "guhertina cihê xebatkarên şaredariyê, pergala hevserokatiyê, cihêkariya li hemberî hin şaredariyan, arestekirina bi zorê ya sendîkayeke din a karkeran" derbarê Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan de lêpirsîn da destpêkirin. HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî lêpirsînê da. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê HDP'ê Salîm Kaplan ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Helwdanên meşrûkirina darbeya qeyûman ku ji aliyê civakê ve hatiye mehkûmkirin, bi lêpirsînin kêfî didomin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zihniyeta li pişt lêpirsîna ku ji ber derxistina kar a kesên dema qeyûm hatine tayînkirin û nelirêtiya wan bûye mijara lêpirsînên wezaretê hatiye destpêkirin, kirêt e. 
 
Di daxuyaniyê de qala mijara lêpirsînê ya cihkariyê ya di navbera hin şaredariyan de jî hat kirin û hat gotin ku lêpirsîna ji ber vê yekê cihê şermê ye. Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku mijarên ketine ber lêpirsînê yek jî ne li derveyî hiqûqê ye û vekirina lêpirsînê ya piştî tayînkirina qeyûm cînayeta hiqûqê ye. Di dawiya daxuyanîyê de hat gotin ku darbeya qeyûman nikare bi lêpirsînên bêbingeh bê meşrûkirin û heke bi awayekî rast tê xwestin ku nelirêtî derkevin holê dikare li neynikê bê nêrîn.