Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike

img
WAN - Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan bang li wezîrên AKP'î yên çûn ber deriyê HDP'ê kir û got: "Nexwe desthilatdar jî, çareseriyê di HDP'ê de dibîne. Belê em jî dibêjin; Em ji bo çareseriyê amadene. Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyê pêşkêş kir. Li şûna ku wezîr li wê derê rûnin bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin û pirsgirêkê çareser bikin."
 
Li Wanê, Nobeta Demokrasiyê di roja 26’emîn de, li ber avahiya Navçeya Rêya Armûşê ya HDP’ê dewam kir. Di çalakiyê de pankarata “Ne vîna qeyûm, vîna gel” hat vekirin. Parlementerên HDP'ê, hevşaredar, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan di  çalakiyê de axivî. Orhan got: “Berxwedana me ya li dijî dagirkeriya qeyûman dewam bike. Me tim digot qeyûm dizî, desterserî û nelirêrtiyê dinixûmînin.”
 
Orhan bal kişand bûyerên bi pêkhatina derbeyê re û wiha bilêv kir: “Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de 150 kes ji kar hatin derxistin. Siberoja wan malbatan hate tinekirin. Bi sedhezaran kes bê ku bizain bê ka sûcên wan çine, ji civakê hatine cihêkirin û jiyana wan ketiye nava zoriyê. Bi hezaran ji wan ji ber vê faşîzmê neçar man ku biçin derveyî welat û di avê de fetisîn. Zarokên xwe windakirin. Hê bjî bi hezaran li benda vegera li ser karên xwe ne.”
 
'HEMÛ REJÎMÊN DÎKTATOR WÊ HILWEŞIN'
 
Orhan bi domdarî got: “Ev 26 roj in em li vir têdikoşin. Hûn bi xwe jî dibînin tehemûla wan nîne ku tenê zarokek jî guhdarî me bikin. Ditirsin. Bi bêdengiyê wisa dizanin wê wiha biçe, lê wiha naçe. Ti demê jî wiha naçe. Sedama Huseyîn jî zilim kir, Esat jî zilim kir. Ew hemû çûn ev rejîma dîktator jî wê hilweşe.”
 
'OCALAN PÊŞNIYAR AŞTIYÊ KIR'
 
Herî dawî Orhan got: “Em dibêjin, em ji çareseriyê re amade ne. Ji bo aştiyeke bi rûmet, ji her navbeynkariyê re em amade ne. Ne Tirk bê Kurdan û ne jî Kurd bê Tirkan dibe, vê yekê dîrokê nivîsand. Muxatabê vê pirsgirêkê diyar e. Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyê kir. Li şûna ku wezîr li wê derê rûnin bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin û pirsgirêkê çareser bikin."
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dûre bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.