‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’

img

WAN - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di roja 25’emîn Nobeta Demokrasiyê de axivî û bal kişand ser daberya 12’ê Îlonê ya di sala 1980’an. Ozguneş, diyar kir ku darbekar û zilmkar wê di qutiya sergoyê ya dîrokî bên jibîr kirin û got: “Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP û MHP’ê jî ew be.”

 
Li Wanê, Nobeta Demokrasiyê di roja 25’emîn de, li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarata “Ne vîna qeyûm, vîna gel” hat vekirin. Parlementerên HDP’ê, Hevşaredar û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di çalakiyê de axivî. 
Ozguneş, bal kişand ser darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’iyan û wiha got: “Di 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk hat. Serokê MHP’ê yê wê demê, di got, ‘Em di hûndir dene, lê ramnên me di desthilatdariyê dene.’ Îro hevkariya AKP û MHP’ê dîsa di desthilatdariyê de ye. Kenan Evren û hevalên xwe li dijî çepgiran, demokratan, Kurdan û rewşenbîran darbe kirin. Di rewşa heyî ya îro de, darbekar û zilm kar, di serguya dîrokî de hatine jibîrkirin. Dema ku Kenan Evren hat veşartin, tenê çend kes çûn ser gora wî. Lê mirovên di îşkenceyên wan rojan de hatin qetilkirin, îro li ser piyane. Desthilatdariya AKP û MHP’ê berhemê 12’ê Îlonê ne û neviyên Kenan Evrenin. Aqûbeta Kenan Evren çibe, wê ya wan jî ew be.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Ozguneş, dest nîşan kir ku ji şaredariyên wan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê heya dawiyê têkoşînê mezin bikin. Bi çalakî û şahiyên cuda emê têkoşîna xwe dewam bikin. Emê hiqûq, azadî û aştiya rast ava bikin. Ew biçin. Kes baweriya xwe bi wan nayîne. Bila kes pişta xwe bi dawan gerim neke û nebêje ‘ez daîmîme.’”
Piştî axaftina Ozguneş, girseyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya rûniştinê jî, bi berzkrina “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” re bi dawî bû.