Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rêve bibe û got: "Hêzên demokrasiyê û mûxalefet dikarin desthilatdariyeke demokratîk ava bikin."

 
Wekîlê Serokê Meclîsê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya xebatên "Destûra bingehîn a demokratîk, pakêta darazê û îtîfaqa demokrasiyê" çûn serdana Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) û Yekîtîya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB.) Şande ji aliyê rêveberên saziyan ve hat pêşwazîkirin. Di serdanan de sohbet hat kirin û li armanca serdanê axivîn. Sancar di her sê serdanan de jî axîvî. 
 
Sancar bal kişand ser kiryarên qeyûm û got: "Darbeya qeyûm polîtîkayeke ku vê sîstemê vedibêje. Darbeya qeyûm feraseta nenaskirina îradeya gel e. Em dibêjin; yên ku îradeya gel nas nakin nikarin hîn bêhtir welêt bi rê ve bibin. Êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Darbeya qeyûm di vê qonaxa nû de wezîfe û berpirsyariyên girîng dide ser milê me hemûyan."
 
'HEKE EM DAFDIN DÊ DESTHILATDARÎ TÊK BIÇE' 
 
Sancar destnîşan kir ku lawazkirina desthilatdariyê têrê nake û wiha dewam kir: "Divê desthilatdarî bê guhertin. Em ê bi îradeya gel vê desthilatariyê biguherînin. Tifaqa demokratîk êdî neçar e ku bingeha desthilatdariyeke demokratîk biafirîne. Hemû hêzên demokrasiyê divê ji niha ve xwe ji bo rêveberiyeke nû ya demokratîk amade bikin. Lawazkirina desthilatdariyê têrê nake, divê bi îradeya gel bê guhertin. Şert û mercên heyî nîşan dide ku ev yek jî demeke dirêj dom nake. Desthilatdariyek ku guh nede gel nikare demeke dirêj bidome."
 
Sancar plana "Têkbirinê" ya sala 2015'an bi komkujiyên li dijî gelê Kurd kete meriyetê bi bîr xist û got: "Niha jî dixwazin vê planê bi plana rizandinê bidomînin." Sancar tayînkirina qeyûman weke beşek ji vê planê pênase kir.
 
Sancar anî ziman ku wezîfe li pêşiya hêzên demokrasiyê ye ku bi îradeya gel desthilatdariya demokratîk a nû ava bikin. 
 
Di civîna li ÎHD'ê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî ji bo serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew di van mijaran de li gel HDP'ê cih digirin û piştevaniyê didinê. 
 
Di serdana li TTB'ê de jî Serokê Konseya Navenda TTB'ê Sînan Adiyaman jî ji ber serdanê kêfxweşiya xwe nîşan da û got heta li Tirkiyeyê demokrasî li pêş nekeve û pêk neyê civakek bi tenduristî jî ne mimkin e. 
 
Rêveberên TMMOB'ê jî heyetê bi kêfxweşî pêşwazî kir û piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê eşkere kir.