Raportorê Neteweyên Yekbûyî wê Amedê ziyaret bikin

img

AMED - Komîsyona Karên Derve ya HDP'ê diyar kirin ku wan rapora tayînkirina qeyûman amade kirin û di qada navneteweyî de ketin nava tevgerê. Komîsyonê destnîşan kir ku di çarçoveya qeyûman de Raportorê NY'ê wê bên Amedê ziyaret bikin. 

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Piştî tayînkirina qeyûman Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) biryara "Çalakiyên bê navber" stendin. Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê jî di vê çarçoveyê de ketin nava tevgerê. Komîsyona Têkiliyên Derve  têkildarî tayînkirina qeyûm ku wekî "Darbeya siyasî" pênase kir raporek amade kir û wekî dosyayê pêşkêşî hemû sazî, rêxistin û sefaretxaneyên welatên derve kir. Komîsyon bi Kongreya Rêveberiya Herêmî ya Konseya Ewropa re ket nava têkiliyê û têkiliya 3 hevşaredaran bi 30 sefaretxane, çapemeniya navneteweyî û re ava kir. Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) wê li ser van hevdîtin û amadekariyan di cotmehê de bê Amedê û bi hevşaredar û rayedarên HDP'ê re hevdîtin bike. Komisyon, wê bi rêya saziyên civakî û demokratîk ên ewropa li Konseya Ewropa jî mijara qeyûman bike rojev. Komîsyonê der barê hevşaredarên HDP’î yên ji peywirê hatin girtin re agahî bi şaredarên welatên cuda re parve kirin. Raportora NY piştî mê Amedê wê li Wan û Mêrdînê jî hevşaredar û HDP'ê ziyaret bike. 
 
Di çarçoveya xebatên têkiliyên derve de wê heyetên ewropa di 18'ê Îlonê de tev li danişîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş a li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê dîtin bibin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Derve Hişyar Ozsoy, diyar kir ku piştî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî 3 şaredariyên wan kirin wan li Ewropa dest bi xebatên dîplomatîk kirin û hevdîtin kirin. Ozsoy, destnîşan kir ku li welatên cîhanê bertek û nerazibûnên li dijî qeyûm pir zêde ne û hemû hêzên sosyalist û partiyên sosyal demokrat di bin baneyê Partiya Sosyalist a Ewropa de li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Ozsoy, da zanîn ku cemaweriya navneteweyî tayînkirina qeyûman wekî rewşek razalet pênase kiriye. 
 
Ozsoy, da zanîn ku piştî di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin li qada welatên Ewropa xebatan dikin û xih axivî. “Hişmeniya siyaseta qeyûm ji berê de di qada navneteweyî de hatiye teşîrkirin. Di pêvajoya ku dihat payîn li Tirkiyeyê hinek rewş asayî bibe, êdî vegeriya ye wekî bobmeya pîmê wê hatiye kişandin. Bi vê hêrsê qeyûm tayînî 3 şaredariyan kirin. HDP'ê bi biryara MYK'ê biryara çalakiyên bê navber stend. Di vê çarçoveyê de Heyeta me ya Hevserokên me jî di navde çûn Herêma Kurdistana Federe. Dîsa li welatên Amerika ewropa ziyaret û gera me didome. Me gelek heyet şandin û xebatên me yên diplomasiyê didomin. Hefteya borî me li Parlamentoya Neteweyî ya Swêd têkildarî qeyûm agahî da. Em armanc dikin ku Parlamentoya Ewropa (PE) û Konseya Evropa bi lez mijara Qeyûm têxin rojeva xwe û biryar bistînin. 
 
MA / Ozgur Paksoy