Şandeya KCD û HDP'ê çûn Hewlerê

img

HEWLER - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di nav de şandeyek, çû bajarê Hewlerê yê Herêma Federa ya Kurdistanê. Şande dê destpêkê bi Serokê PDK'ê Mesût Barazanî re hevdîtin pêk bîne.

 
Rayedarên paye bilind ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo ku li Herêma Federa ya Kurdistanê hin hevdîtinan pêk bînin, çûn Hewlerê. Şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Serokwekîla Koma HDP'ê û Parlamentera Mersînê Fatma Kûrtûlan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nazmî Gur, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier pêk tê, li Balafirgeha Hewlerê ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Feleknaz Ûca û nûnerên HDP'ê yên Hewlerê Muzeyen Guneş û Abîd Îke ve hat pêşwazîkirin. 
 
DÊ BIÇIN SILÊMANIYÊ JÎ
 
Şande, piştî pêşwazîkirina xwe ya li balefirgehê, ji bo ku bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî re hevdîtin pêk bîne, ber bi Nesîfê ve bi rê ket. Piştî vê hevdîtinê şande dê sibê jî bi Serokê Herêma Federa ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bîne. Şande piştî vê hevdîtinê jî dê li Hewler û Silêmaniyê hevdîtinên xwe bidomîne.  
 
Dê şande heta 11'ê Îlonê di asta bilind de hevdîtinên xwe bidomîne û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re bê gel hev. 
 
YEKIKTIYA NETEWEYÎ BÊ NIRXANDIN
 
Têkildarî mijarê duh ji aliyê HDP'ê ve daxuyaniyek hatibû dayîn û di vê hevdîtinê de hatibûn ragihandin ku dê ji ber hilbijartina wan serok, serokwezîr û rayedarên hikûmetê yên herêmê bên pîrozkirin û di hevdîtinan de pirsgirêkên herêmî û çareseriya van pirsgirêkan bên nirxandin. Her wiha hat ragihandin ku dê hevdîtinan de têkiliyên navxweyî yên di navbera kurdan de û yekitiya neteweyî jî bên nirxandin.